Dr Emced: Me dû car hindî pêdiviya xwe berhemê patata heye
Birêveberiya Baxdariya Dihok ku li sala 2011 li Birêveberiya Daristan û Pawan û Rezgeriyê hate cûda kirin, niha wekî Birêveberiyekî serbixwe kar li ser meywe û sebze û gulên ciwankariyê dike. Li gek kar û projeyê da serkeftineke diyar û ber bi çav bi dest ve aniye. Dr Emced Ubêd Birêveberê Baxdariya(Rezvanî) Dihok li vê hevpeyvînê de, behsa rewşa rezvaniya parêzgehê û gihîştin bi xwe bijêwiya komek berheman dike.
Rewşa rezvaniya Dihokê li çi astekê daye?
Me sitûna rezvaniyeke gelek baş heye li av, hewa û ax, lê belê asta rezvaniyê bi wî awayî nîne ku xewna me ye. Ewe jî ji ber gelek sedemane, yek ji wan keşuhewaye. Li sala 2019 baran berdewam û bi herî û xur bû, ji bo wê yekê gelek nexweşiyên çandinê ji bo berhemên rezvaniyê, çandina dar û beran de dirust bû û mêşhingiv nekarî bi dirustî karê xwe bike.
Heta sala 2008 li Dihokê da tu cotyarek nedizanî patata berhem bîne
Ji aliyeke din ve rewşa siyasî û asayîşa gundên Kurdistanê bi taybetî navçeyên çiyayî ku gelek guncawin ji bo çandina darên meywe, hemû bindestin û xelk nikarê ji tirsa canê xwe li wan deveran bimîne.
Ji bilî wê sedemên din çine?
Sedemeke din ku gelek bandorê li ser kêmbûna berhemên çandiniyê dike, bi cîh hiştina gundan û çûna nav bajarane. Xort û law hez li jiyana serdem û teknelojiya û xwendina zanîngehê ne û ew hêza karin, niha xelk bi çavekî kêm temaşa karê çandiniyê dike û wiha hest dikin eger yek cotkar bê, wate asta rewşenbîriya wî nebaşe, bêyî wê yekê bizanin yekem kar li jiyana mirovayetiyê da cotkarî bûye.
Hejmara nîştecihên Dihokê zêde kiriye, gelo gundan cihê wê yekê têda dibê ku hejmareke zêdeyê xelkê li rûberekî kêm ya zevî de mijulî karê çandiniyê bin?
Çareseriyên wê çendê hene, dibe ku çandina tov û nemama pêwîst bi rûberekî kêma axê, wekî mînak nemama sêw ku niha cûreyek heye pêwîstî bi 80 cm firehî heye, li navbera her dû darek ku berhemekî baş dide û jêre dibêjin darê bejinkurt, li gel dabînkirina teknelojiya taybet bi çandin û çinînê.
Her li ser vê babete me wekî Birêveberiya Rezvaniya Dihokê projeyek pêşkêşî Encûmena Wezîran kiriye, tenê maye budçe ji bo wê terxan bikin, eve jî hevkarekî baş dibê ji bo berhemekî baş li rûberekî kêm ya axê da.
Berdewam cotkar gileyî dikin ku Hikûmet girîngiyê bi çandin û berhemên navxweyî nade, eve heta çi radeyê raste?
Wekî pîsporekî çandinê dibêjim, neku aliyekî fermî hikûmî, her dû alî li vî warî de bê xemin, ji ber ku heta rêjeya terxankiriya budçeya çandinê % 1 û 1.5 bê, wateya wê eweye hikûmet tu girîngiyê bi çandinê nade, divê herî kêm % 10ê budçeyê ji bo çandinê bê terxan kirin, eve standardekî cîhaniye. Li gel ewe da jî divê cûtkar li wê yekê têbigihe ku sîstema îro sîstemekî sosyalîstî nîne û nabê hemû tiştek hikûmet bi xwe bike. ji bo wê yekê gelek car daxwaziyên cotkaran jî ne li cîh deye.
Vekirina pêşangehên taybetên meywe çend sûdî heye ji bo cotkaran û pêşxistina berhemên navxweyî?
Li wan pêşangehên taybet da danustandina zanyariyê li navbera cotkaran geleke ku çawa berhemtînin, wekî mînak pêşangeha taybet bi tirê ku hemû salek Birêveberiya me vedike, li wir berhemên xwemalî têne pêşandan, lê belê li rûyê destkeftina darayî sûdeke wiha nebûye, ji ber ku ew bire tirêya ji bo pêşangehê tê amadekirin kême û beşa ewe nake bi derveyê welat bê şandin û cotkar sûdeke baş lê werbigrê. Lê belê bi piştrastiyê ve li salên pêş da eve jî dikîn.
Heman demî de me ezmûnekî dinê serkeftiya îsal encam da ku vekirina bazara rojên înê taybet bi berhemên xwemalî ya li Bagêra bû. Li wê baweriyê da me Wezareta Çandiniyê vê bazarê bi seranserî li Herêma Kurdstanê vedike. Eve hizr û bîroke jî ya Birêvebiriya Giştî ya Çandina Dihokê bûye.
Sêva navçeya Berwarî ku nav û dengekî xwe ya baş heye, îsal berhema wê çawa bû?
Îsal sêva navçeya Berwarî Bala berhemeke baş nebû, nêzîkî %50 nirxê berhemê bi sedemên cûda cûda daket. Wekî dûre destiya gundan ji bazaran, piştguhxistina rez û baxan ji aliyê cotkaran, ewe jî bi sedemên cûda cûda ve, wekî bi cîh hiştina gundan û mijulbûna bi karên din wekî Pêşmergayetî û xwendin û zanîngeh. Ji hemûyan mezintir nearamiya gundane bi sedema nêzîkîya wan li sînor û ketine nava agirê şerê Tirkiye û PKK.
Hemû salek berhemê sêvê Berwarî çar hezar û 500 heta pênç hezar ton bûye, li gel nêzîkî 18 hezar ton li hemû parêzgeha Dihokê.
Danîna kargehên taybet bi dirustkirina ava meywe û mureba(rêçal), çend hevkariya baxdaran dike li saxkirina berhemên wan?
Eve karekî baş dibê eger ji aliyê veberhêner ve bê kirin bo hevkariya baxdaran, bo ku di dema zêdebûna berhemên meywe li pêwîstiya xelk û bazar, li pîşesaziya dirustkirina ava meywe û mureba da bê bikaranîn. Li gel ewe da jî divê baxdar jî bîra ewe bikin ev kargeh pêwîstiya wan bi maddeyên serekiye û divê berhemên xwe baştir bikin û beşa kargehan berhemê dabîn bikin.
Parêzgeha Dihokê li kijan berhemî pêdiviya xwe dabîn dike û lê zêde dibê û dişîne derve?
Tirê û Sêv û Xox û Patata û gelek meyweyên din jî, ji wan berhemane ku parêzgeha Dihokê zêdetirê ji pêwîstiya xwe berhem tîne.
Dihok salane 170 hezar ton patata berhemtîne. Di demek da heta sala 2008 hîç cotkarek li parêzgeha Dihokê nedizanî patata berhembîne. Ji bilî li cotkarek ku bi awayeke asayî û kêm patata berhemanîbû, ew jî li Pêşiyabîr bûye.
Niha û piştî rêxweşkirina û hêsankariyê ji aliyê Birêvebiriya me, berhema yek sal patata beşa dû salan dike û li sarkeran da tê hilanîn, pêş dû sal ji bo hinek welatên wekî Îmarat û Sûriye jî hate şandin. Lê belê niha li bazara navxweya Iraqê da tê sax kirin.
Bi çi rêyek Hikûmeta Herêmê kariye palpiştiyê li berhema navxweyî û cotkaran bike?
Ji bo hevkarîkirina cotkaran, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bac li ser anîna berhemên derve datîne ji bo wê yekê ku palpiştiya berhemên navxweyî bike. Dibe ku her rê nede hinek berhemên derve bê nava Herêmê û demeke diyarkirî ji bo wergirtina berhemên navxweyî jî tê danîn. Wekî mînak berhemê sêv li destpêka meha tebaxê(8) heta nava meha kanûna dûyem bac li ser anîna wê tê danîn ku ji bo her kiloyek 350 dînare, hatina berhemên tirê bi dirêjahiya salê ji bo nav Herêmê qedexeye. Lê belê di dema temambûna demsalê berhem yan nebûna berhemek, wê demê hikûmet neçar dibê rê bi hatina wan berhemên derve bide.
Çi bê kirin heta xelk li ser karê rezvaniyê berdewam bin?
Ji hemûyan girîngtir eweye hana xelkê bidîn li gundan nîştecîh bibin, hikûmet hêsankariyê ji bo xelkê bike li rûyê dabînkirina av û kareba û sûtemenî û xweşkirina rê û baniyan.
Hevpeyvîn: Dêjîn Sidqî