Cîhan

Dostê gelê kurd xelata Sergio Vieira de Mello wergirt

Di roja 13.10.2011ê li bajarê Cracow li Polonyayê di merasimeke bijarte de, Bernard Kouchner  wezîrê karê derve yê Fransayê yê berê xelatêa Sergio Vieira de Mello, ku her sal li Polonyayê tê dabeşkiirn,  wergirti.

Komîteya helsengandinê (jurî) di ser bexşîna xelata Sergio Vieira de Mello bo Bernard Kouchner dibêje: “Bernard Kouchner wezîrê derve yê berê yê Fransayê, nûnerê taybetî yê berê yê Neteweyên Yekgirtî li Kosovo û deverên din yên alozên cîhanê, dixtor, damezrênerê rêxistina dixtorên cîhanê û rêxistina dixtorên sînornenas, binyatdanerê destûra giştê ya Netweyên Ykgirtî di ware midaxele kirin di kartesatên mirovayetî de û herwesa dostekî nêzêkî Sergio bû.” 

Bernard Kouchner di merasina wergirtina xelata Sergio de gotarek pêşkeş kir û wî di qotara xwe de behsa tecrûbeya xwe ya karî kir û bi tyabetî behsa serdan û hevdîtinên xwe yên digel berprisên herêma Kurdistaê  kir û got ku wî dostaniyeke nêzîk digel gelê kurd heye.

Ziyad Rewuf nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê di merasimê de amade bû û destkekê boketeka gulanpêşkeşî Bernard Kouchner kir.

Weke tê zanîn Sergio Vieira de Mello nûnerê Neteweyên yekgirtî bo kartûbarên mafê mirovî bû li Îraqê û di sala 2003ê de di kiryareke terorîstî de li Bexdayê hat kuştin û ji hngê were xelatek bi nave wî li Polonyayê tê bexşîn.

Rojevakurd

Back to top button