Dosta Kurdan dîsa bû Seroka Bajarvaniya Parîsê

Li hilbijartinên bajarvaniyên Fransa da, careke din baweriyê bi Seroka Bajarvaniya Mezina Parîsê da ku ew bi xwe, xwe bi dosta Kurdan dizanê.
Piştî cûdakirina dengan li hilbijartinên bajarvaniyên Fransa, Anne Hidalgo Seroka Bajarvaniya Mezina Parîsê careke din wekî Seroka Bajarvaniyê hate hilbijartin.
Li hilbijartinan da partiya Emanuel Macron, nekarî li gelek bajarên mezin de hilbjartinan de serbikeve, çavê wan jî gelek li ser bajarvaniya Parîs bû, lê belê Anne Hidalgo karî posta xwe biparêzê.
Anne Hidalgo Seroka Bajarvaniya Mezina Parîs dosta Kurdane û sala 2019 serdana Hewlêrê kir, li 12ê temmûza 2019 li Parîsê pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Anne Hidalgo li sala 2014 an ve wekî Seroka Bajarvaniya Mezina Parîs hatiye hilbijartin, Anne Hidalgo çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û li sala 2016 ve kar ji bo ewe kir ku Hewlêr û Parîs bibin bajarên destexuşk. Roja 12ê temmûza 2019 Hewlêr bi awayeke fermî bûye 55 mîn destexuşka Parîsê.