Rêberê azadiya gele Kurd û hevalên wî li bîra mene
“ Ez ne poşman im ku di ber milletê xwe de feda dibim. Lê bila nevîyên ( min li hember dijminan min şermezar dernexin”.
Şêx Seîd.

Reberê netewî û olî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd û 46 hevalên xwe 95 sal berê di roja 29.06.1925an de , ji alîyê Dewleta Tirkîyê ve hatin darve kirin.

Şêx Seîd û hevalên xwe li himber zilm û zordariya dewleta Tirk û li himber leyiztik û senaryoyên têkbirina Kurda ya Kemalîstên nijadperest serî hilda û ji bo azadiya gele Kurdistanê şer kir. Mixabin dewleta Tirk bi awayek hovana êrîşê tevgera Azadîyê kir û ew tekbir. Kemalîsta qetlîamek bi hovîtî kirin.

Bi dadgehên destçekîrî Şêx Seîd û 46 hevalên wî di rojek wek îro de roja 29.06.1925ê li Diyarbekirê darve kirin. Dewletê cardin destê xwe bi xwîna niştiman perwerên Kurd şûşt.

Şêx Seîd û hevalên wî li derîyê Çiyê ya Diyarbekirê hatin darvekirin.Di rastiya xwe de bi darvekirina wan, xwestin daxwaziyên Gelê Kurd têkbibin. Bi vê yekê re daxwaza Gelê Kurd ya jiyaneke azad û serbilind hatibû darvekirin.

Dewletê, qîma xwe bi vê yekê jî neanî û bi sedan gund û navçeyên kurdan wêran kir. Bi hezaran kurdên sivîl û bêguneh; jin, pîr û zarok bi şêweyeke nemirovane hatin qetilkirin. Yên mayî jî, bi destezorî ji cî û warên xwe hatin derxistin û sergom kirin.

Dewleta dagirker, ewqasî ji daxwazên kurdan ditirsiya ku qebrên serokên wan jî, ji wan dabû veşartin. Dewleta Kemalîst, bi veşartina gorên Şêx Seîd û hevalên wî, kevneşopiyên hezaran salan yên gelên herêmê û yên ola îslamê binpê kirin.

Em wek niştimanperwerên Kurd di 95 saliya darvekirina rêberê netewî û olî Şêx Seîd û hevalên wî de hewl didin ku her li ser rêça wan xebatê bikin. Di roja me de Kurda pêwistî bi rêbaz a serokên netewîyên kurd heye. Tenê di vê qonaxê de xwedî derketinê nirxên Kurdistanî rê li pêşîya me ronî dike.

Dê Şêx Seîd her tim bi tekoşîna xwe li bîra me be rêberê rêya me ya tekoşîna destxistina mafên rewa yê gele me ye.Siyaset li ser xetek netewî di bin ala Kurdistanê de dibe xwedî armancên pîroz.

Damezerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-T)
1 – İSKAN AYDIN
2- AHMET ERENSAYIN
3-SELİM KAYMAZ
4-ABDURRAHMAN KAYA
5-NECMETTİN ORTAÇ
6-GURİ DAYANAN
7-SALİH ZEYREK
8 ÖMER ÇOBAN
9-AYTEN ESEN
10- VEYSİ ESEN
11-SEDAT KARDEMİR
12-HANİFİ ESEN
13-HASAN YAPMAZ
14-ABİD ÇAKAR
15 -ŞEYMUS TURGUT
16-HAMZE ÖZDEMİR
17-BURHAN RAMAN
18-M.ALİ KARDAŞ
19-ROJHAT SİDER
20-HASAN TURAN
21-MAHMUT KAPLAN
22-TARIK KAYA
Û Komek Demokratên Kurdistanê
(Diyarbekir, Batman, Riha(Urfa), Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Hakkarî û Wan)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: