Lahor 12 jin ji bo kadirekî berê yê YNK re şandiye

Adil Hemîd Xaneqînî ku naskiriye bi Omer Zengene kadirê berê yê YNK ye û ji ber rexneyên xwe yên li ser wê partiyê heta niha rûbirûyê sedan kêşeyan kirine. Hewla dawî ya taqima Lahor ya ji bo dijayetîkirina xwe wiha eşkere dike.
Adil Hemîd li rûpela xwe ya taybet ya li facebook nivîsiye, hewldana ji bo bêdengkirina wî ya li rêya pêdana hinek pere û post û vekirina kompanyayeke geştiyarî li derveyê welat berdewam bûye.
Awayên gefên cûr bi cûr jî gelek zêdebûne û her wiha dijî xuşka wî û gefa ziyan gihandin û kûştin û ji navbirina bi awayeke kes hestpê neke li wî dikin.
Her wiha eşkere kiriye “hewleke plan kirî li rêya hejmarek jinên qurban ve destê dezgehek ku zêdetirê 12 jin ji bo wê mebestê pêwendiyê bi min re kirin, tenê sê ji wan naskirî bûn, du ji wan li nav Swêdin û ewê din jineke şaîr bû li derveyê Swêd, navê wan parastîne li cem min û bi eşkere ji min re gotin ku ew jî aliyê kî ve hatine şandin û xwestine bi çi awayekê hetka min bibin”.
Behsa ewe jî kirine ku piştî plana hackirina facebooka wî bûye ku ew jî şikest aniye. Zengene li dawiyê de dibêje: “Şoreşa min berdewame xiyanetê nakim li wîcdana xwe ya Kurdane ji bo eşkerenekirina nihêniyan û zanyariyan hûr de kêmasî nakim, eger baca wê jî gelek giran jî her berdewam dibim.”.
Eve di demek daye ku Zengene zêdetirîn rexneyan rûbirûyê Lahor kiriye û li gel ewe da jî dehan nihênî eşkere kiriye. Wan karan jî Lahor û Dezgeha Zanyarî baş dizane.
Berî jî çendîn kesên dinê Lahor Cengî û taqima wî hewla teror û kuştina wî dane eger serkeftî nebûbin jî li rêya wan jinan ve hewla hetikandina wî dane ku ji aliyê Dezgeha Zanyarî ve ew jin kirine qurbanî û xwestina wan bikarbînin.