Polîtîk

Kurên Şêx (Aras û Lahor) çawa dahata Başmax û Perwêzxan didizin?

Her yek ji Lahor Cengî‌ û Arasê birayê wî ku berdewam hewla têkdana Kurdistanê didin û xelkê dijî‌ Hikûmeta Kurdistanê han didin. Mehane dahata şeş dergehên tixûbî yên fermî û nefermî yê Silêmaniyê ji bo xwe didizin.

Li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê zêdetirê şeş dergehên tixûbî hene ku ji bilî Başmax û Perwêzxan ku dergehên fermî ne, dergehên tixûbiyên nefermî jî bi eşkere karê qaçaxî û diziyê têda diki‌n.

Her wiha di dema serhildana Koronayê ya li Kurdistanê li ser biryara Lahor Cengî tîma tendirustiyê li dergehên tixûbiyên Başmax û Perwêzxan hatin rakirin û vegerandin, ewe jî bi navê dirêjepêdana qaçaxî û karên neyasayiyên xwe yên li wan dergehan bû. Lê belê encamê de Silêmanî tûşî wê karesata mezin kir ku niha bi hezaran tûşbûyê Koronayê baca wê qaçaxiyê didin û dehan kes jî piştî wê karê Lahor ya li Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heman demê de dahata dergehên Silêmanî ku diçê berîka Lahor Cengî û Arasê birayê wî, lê belê ew daxwaza dabînkirina mûçeyên xelkê û fermanberan ji Hikûmetê dikin. Endameke Encûmena Parêzgeha Silêmanî ragihand, çendîn car bi nivîsên fermî daxwaza dahata dergehên tixûbiyên Silêmaniyê kirine, lê belê heta niha ne diyare.

Back to top button