Polîtîk

Eno Cewher: Ewê PKK dike ne xebate û ne jî Kurdayetiye

Eno Cewher Serokê Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî ragihand ewê PKK dike, karê têkderaneye û ne xebate û ne Kurdayetiye û ne niştimanperweriye û daxwaz dikîn Neteweyên Yekgirtî bi hanaya Krîstiyanên tixûbê Zaxo ve bên û wan ji agirê şer biparêzin.

Ji ber şerê PKK û artêşa tirkiye li tixûbê qezaya Zaxo hejmarek gundên Krîstiyan nişîn hatin vala kirin û welatiyên nîştecihê wan gundan koçberî Dihokê bûn.

Li vî derbarî de Eno Cewher behsa rewşa Krîstiyanan kir û got: “Bi dehan gundê Krîstiyan nişîn li tixûbê Zaxo hatin vala kirin û welatiyên wan gundan koçber bûn û rû li Dihokê kirin. Ewê niha pêktê tenê hêcet dane bi hêzeke mezin û welateke bihêz bo ku bê û êrîşî wan gundan bike. Ewê PKK dike tenê hêcet dana bi destê tirkiyê ye bo ku leşkerkêşiyê bike “.

Her wiha Eno Cewher got: “Ewê PKK dike, ne berevaniye li ax û ne xebat kirine, belku şandina şerê xwe ya ji bo derve ye. pêwîst bû ew hêz biçûya nava qadên xwe”.

Back to top button