Civak
3 şehîdên axa Kurdistanê hatin biaxkirin

Êvariya yekşema 28.06.2020 sê çalakvanên jîngeparêzên xelkê bajarê Pawe ya li Rojhilatê Kurdistanê li dema temirandina agirê li zozanên wî bajarî û parastina jîngeha axa Kurdistanê de canê xwe ji destdan.
Ew sê şehîd Muxtar Xendanî xelkê Newsûde, Bîlal Emînî xelkê navçeya Ênaxî û nîştecihê Pawe ye û Yasîn Kerîmî jî xelkê gundê Şimşêre.
Ew her sê şehîd di dema temirandina agir de ya li navçeya Buzîn û Merexêlê canê xwe ji dest dane.
Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê, hevxemiya xwe ji bo wan sê jîngeparêzên Kurdistanê derdibrin û bi rêz û hûrmetê ve malavayiyê li termên wan kirin.