Nihêniya piştgiriya Amerîka li Rojavayê Kurdistanê eşkere bû

Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka hewlên xwe ji bo yekxistina rêzên Kurd li Rojhilatê Firatê zêdekir, armanca wan hengavan jî ji bo razîkirina tirkiyê ye, heta ku dev ji hewlên xwe yên êrîşkirina ser Rojava û ji navbirina wê kiyan û qewareya Kurdan ku li wir pêkanîne berde. Lê belê hemû zanyarî dûpat li wê yekê dikin ku Enqere bi wê destpêşxeriya Amerîka razî nabê û dijayetiya Kurdan de berdewam dibe.
Saziya Begin-Sadat Center for Strategic Studies ya Îsraîlî ku navendeke lêkolînên stratejike, babeteke Irina Tsukerman parêzer û nivîskarê Amerîkî ya li warê mafê mirov û asayîşa neteweyî de ya bi navê (Will Kurdish Unity Talks Lead to a More Muscular US Policy on Syria?) belavkiriye. Têda hatiye destnîşan kirin, danustandin û guftûgoyên her du aliyên Kurdan eve çend meheke berdewam bû û ji bilî wê yekê ku ev kar bi awayeke nihênî dihate kirin, ji aliyê William Roebuck Nûnerê Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletî ve dihate serpereştî kirin. Dawiyê jî hewlên wan li nava meha nîsanê ve eşkere bûn.
Rêkeftina her dû aliyên Kurdan û nehiştina nakokiyan û pêkanîna îdareyeke hevbeş li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Wezareta Derveyê Amerîka û bi giştî siyaseta derveya Washington ve bûye stratejî û bi hûrî kar li ser dikin. Eve jî vedigerê li ser wê yekê ku Washington dixwaze ti aliyekê ji dest nede, berê jî dest li piştevaniya Kurd hilgirt û hêzên li Bakûrê Rojhilata Sûriye vekişand, bû sedema wê yekê tirkiye êrîşeke mezin li navçeyê bike. Ji ber wê yekê jî li Amerîka û tevahiya cîhanê nerazîbûneke tund beranber Amerîka û Koşka Spî pêkhat û bi xiyanetkirina Kurdan hatin tometbar kirin. Dawiyê de Washington dev ji wê hewlên xwe berda û êrîşan rawestand û rêgiriyê kir ku li wir Kurd zêdetir bibin qurbanî. Ji bo nehiştina wê hêceta tirkiye jî ku herdem behsa parastina Asayîşa Neteweyî ya xwe dike, bi wê yekê ku hêzên desthilatdarê Rojava ser bi PKK ne û tu demekê rê bi hebûna qewareyeke bi wî awayî nadin ku PKK li Sûriye pêkbîne. Rêya sêyem ku Amerîka hizra wê kir, pêkhatiye ji yekxistina Kurdan û dûrketina PYD û HSD ji dirûşm û wêne û logoyên nêzîkî PKK û hatina partiyên ENKS jî ku ti peywendiyeke wan bi PKK ve nîne li nav îdareya xwe birêveberiya Rojava de bi baweriya Amerîka dibê sedema razîkirina tirkiye û dawî hatina aloziyan.
Dixwazê bi yekxistina Kurdan dilê tirkiye razî bike
Eve cara yekê nîne Kurdên Rojava dest bi guftûgo û danustandinê dikin û berê jî çendîn gerên dinê danustandinê birêve birine, lê belê tu demekê negihiştine encameke yek alîker. Bi giştî siyasiya Kurd li hemû cîhekê dabeşbûn û cûdabûn û alozî û dilgiraniyên xwe yên zêde, destê neyarên Kurdan bi pileyeke bilind têda heye. Berê jî Kurdên Herêma Kurdistanê yekgirtine dest bi hengavên ji bo encamdana referandûmê kirin, paşê Îran wan dabeş kirin û hemû hewlên wan li nav bir û ziyaneke zêde bi qewareya wan gihand û Kurd dûbare Kerkûkê ji destê xwe dan.
Ewê li navbera ENKS û PYD de heye, pêkhatiye ji tometbarkirina hevdû û kêşeyên wan ewqas kûr nîne, eger hat û hengavên rijd bavêjin, ENKS PYD bi wê yekê tometbar dike ku peywendiya wan li gel rejîma Esed re heye û PYD jî ENKS tometbar dike wan peywendî li gel tirkiye heye. Li rastiyê da hebûna pewendiyên li gel her dû aliyan kêşeyeke mezin nîne, eger ji bo siyasetkirin û berjewendiya Kurd bê. Siyaset li ser bingeha peywendiyan dirust dibê, lê belê ewê li berê aloziyên Sûriye û niha jî tê dîtin, eweye hemû Kurd wekî kart li dijî hevdû bikartînin, wekî amraz muameleyê li gel da dikin. Ji bo destkeftina berjewendiya zêdetir, neku wekî xwediyê doza gelek ku li rûyê kultûr û çand û ziman ve bi tevahî ji gelên dinê navçeyê cûdane.
Dewletên herêmî Kurd wekî kartê gûvaş û amrazên dijayetîkirina hevdû bikartînin, neku wekî geleke mafên wî hatibe xwarin.
Ji bilî Îranê û Esed û tirkiye û Iraq ku her yek ji wan Kurdan wekî kart li dijî hevdû bikartînin û li dema pêşveçûna doza Kurd jî yek helwest û yekdeng rûbirûyê Kurdan dibin, li heman demê da Rûsya jî Kurdan wekî kart bikartîne û her wiha li Sûriye ji ber Kurdan ve Moskowa çendîn destkeftan ji Enqere wergirtiye.
Ev hengava vê carê hatiye avêtin ji destpêkê ve bi gefa Amerîka destpêkir. Washington bi her du aliyan re gotiye ku eger negihin rêkeftinê êdî ew nikarin rê li êrîşa tirkiye ya ser Rojhilatê Firatê bigrin. Ji bo wê yekê pêwîste yekbigrin û xwebirêveberiyeke hevbeş dûrî PKK dirust bikin û bi tevahî bê aliyane ji dosyeyên navçeyê hengavan bavêjin. Eve jî wiha kiriye Kurd ji hemû demekê zêdetir rijdtir bin, ji ber ku tirsa ji destdana tevahiya Rojavayê Kurdistanê heye. Vê carê jî Kurd li aliyê Amerîka ve bûye kart, bi yekxistina wan ve dixwaze peywendiyên xwe yên li Enqere normal bike û kiyan û qewareyeke Kurdan ya dijî Esed û Îran jî li navçeyê de dirûst bike û gûvaşê li ser Moskowa jî pêkbîne.
Baz Ehmed
Çavkanî; https://besacenter.org/perspectives-papers/kurds-unity-syria/