Kultur

Dizeyî: ofîseke taybet a mediyayê bo hikûmeta Kurdistanê

Sefîn Dizeyî berdefkê hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, ji bona organîzkirina peywendiya digel mediyayê,  dê navendeka ragihandinê li civata wezîran dirust bikin.

Dizeyî dibêje ku,  armanc ji dirustkirina navenda ragihandinê, belavkirina zanyariyên derbarê helwest, kar û çalakiyên hikûmetê be.

Berdefkê hikûmetê, herwesa diyar kir ku, dê nasnameyên taybet ji bo rojnamevanên li wê nevendê kar dikin bên çêkirin.

Dizeyî aşkere kir ku, navenda ragihandinê dê mîna ofîsekê be û dê dibin serpereştiya berdefkê hikûmeta Kurdistanê de  karên xwe birêve bibe û dê budceyek taybet ji aliyê civata wezîran ve  ji bo wê navendê bê berdest kirin

Back to top button