Dosya

Dizeyî: Bexda û Hewlêrê li ser pirsa hinartina neftê li hev nekir

Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê daxuyaniyek daye çapemeniyê ku, qaşo di civînên vê dawiyê yên navbera Hewlêr û Bexdayê , ew  digel hikûmeta herêma Kurdistanê li ser mesela hinartina nefta herêma Kurdistanê bo derve bi rêya kompaniya Somo gihiştine rêkeftinekê.

Li dor vê daxuyaniya cîgirê serokwezîrê Îraqê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re got ku, di civînên vê dawiyê yên li Bexdayê hatîn encam dan tu rêkeftin digel hikûmeta Îraqa federal nahtîne kirin:

– Civînên dawiyê yên navbera  hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal li Bexdayê di atmosferekî erênî de derbas bûn û bi dûr û dirêjî dîtin, pêşniyar û pirojeyên her du aliyan hatin minaqeşe kirin û biryar hat dan ku, di demeke nêzîk de hikûmeta Bexdayê bersiva pêşniyarên hikûmeta herêma Kurdistanê li ser tev pirsan û mekanîzma hinartina nefta herêma Kurdistanê, bide. Lê belê bi tu awayan tu rêkeftin nahatine kirin ku, nefta herêma Kurdistanê bi rêya kompaniya Somo bo derve bê hinartin.


Back to top button