
Eve demeke hinek aliyên siyasî û gurubên cuda behsa herêmkirina Silêmaniyê dikin. Eger Silêmanî bibe herêmek xweser dê ji herêma Kurdistanê veqete û bi serê xwe wek wilayetekî ya Iraqê be û Bexdayê ve bê girêdan. Ev yek gelek cara hatiye rojeva siyasetmedarên Silêmaniyê. Lê dawiyê de sernekeftine. Niha jî gurubek cuda ku li ser Bexdayê ve ne,ji bo ku Silêmanî bibe xweser kampanya destpê dikin û îmza kom dikin.
Dema mirov berê xwe dide vê yekê kifşe ku ev xebat jî beşek e ji têkbirina statuya federalî ya herêma Kurdistanê. Ya ku dibêjin bila Silêmanî bibe xweser, ev yek nabe û li gora tu yasayên Iraqê jî ev yek pêk nayê. Lê xwefiroş di bin navê xweseriya Silêmaniyê de, dixwazin Silêmanî ji Kurdistanê cuda bibe û bibe beşek ji Iraqê. Ev plan jî tê çêkirin da ku, herêma Kurdistanê wek federal nemîne û hemû destkeftiyên Kurda têkherin û cardin statuya Kurda vegere dema Sedam Huseyîn.
Di bingehê xwe de ev helwesta ku hewldide Silêmaniyê ji Kurdistanê cuda bike, di çerçova planeke berfireh de tê kirin. Niha heman tişt ji aliyê PKKê ve li Şingalê tê kirin. Dê sibehî heman tişt li Mexmûr bê kirin. Yanî kurtasî plana Tehran û Bexdayê ye û PKK ji bo vê senaryoyê bi kartînin.
Eger Silêmanî ji Kurdistanê bê cuda kirin, tu ferq di navbera Silêmaniyê û Basra de namîne. Her dê bibe bajarek ji Iraqê û gotina xweseriya Silêmaniyê tenê ji bo tevliheviyek siyasiye.
Mixabin pişgirên vê plana dijminane di nava hinek partiyên siyasî wek YNKê de hene. Ji xwe rêxistina Nifşên Nû beşek ji vê planê ye. Lê plan di çavderiya PKKê de tê rêvebirin.
Her kesayetek yan jî aliyek Kurdistanî li himber vê plana ku wek hewldana têkbirina Kurdistanû ye, gerek xwedî helwest be.Eger îro kurd dengê xwe li himber bûyerên Şingalê bilind nekin, dê sibehî senaryoya Silêmanî yê jî bikeve rojevê de. Ev pirsek gelekî girîng e, berpirsiyarî dikeve li ser milê her Kurdekî ku xwedidîyê li axa azad a Kurdistanê dikin.
Gurubên ku îro vekirî doza xweseriya Silêmaniyê dikin, sedemên gelek erzan û sivik didin pêş. Pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr de wek nedana bûtçeya Kurdistanê û nedana miaşan li Kurdistanê dikin sedema xweseriya Silêmaniyê. Ev yek bi xwe dide xûyakirin ev gurub û kesayetên doza vê yekê dikin çikas bi erzanî xwe difroşin.
Lê niştimanperwerên Kurdistanê tu cara vê yekê qebûl nakin û xweforş bi tenê şermiya xwe dimînin.
Nûçe/Analîz