Dîwana Edaletê ya Navnetewî: Divê Îsraîl êrîşên xwe rawestîne

Dîwana Edaletê ya Navnetewî biryar da ku divê Îsraîl bi lezgînî operasyonên xwe yên li dijî Refahê rawestîne. Saziya Dadwerî ya Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Navnetewî, ferman da Îsraîlê ku operasyonên xwe yên li dijî Refahê rawestîne.
Di biryara dadgehê de hat gotin ku “Divê dewleta Îsraîl lezgîn êrîşên xwe yên leşkerî û kiryarên xwe yên din ên li parêzgeha Refahê rawestîne”.
Dadgehê her weha biryar da ku divê Îsraîl deriyê sînor yê Refahê vekirî bihêle da ku gihandina alîkariyên mirovî yên “bê astengî” ji bo Xezeyê misoger bike. Biryar hat dayîn ku Îsraîl di nava mehekê de destûrê bide mufetîşên ku derbasî bajarê dorpêçkirî bibin û li ser pêşketinên xwe yên di van mijaran de raporekê pêşkêş bikin.
Dîwana Edaletê ya Navnetewî herweha ji Hamasê xwest ku kesên di êrîşa 7ê Cotmehê de dîl girtine serbest berde. Heyeta dadgehê ku ji 15 dadweran pêk tê, bi 13 dengan li hember 2 dengan biryar da. Tenê dadgerên Îsraîlî û Ûgandî bi biryarê razî nebûn.


