Civak

Divê tûrîzma Kurdistanê bigehe stndardên navdewleti

 

Îro roja sêşemiyê 18.12.2012ê li bajarê Hewlêrê, civata aboriya Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.

Di civînê de behsa diruskirina çend deverên pîşesazî  (industri) li herêma Kurdistanê, bi taybetî nêzîkî deriyên sersînor bi navê bajarên pîşesazî hat kirin û civînê biryar da ku, ji bo serperiştîkirina bajarên pêşesazî komîteyek taybet bê avakirin û budceyeke taybet bo rêvebirina kar û xabtên bajarên pşesazî bê dabîn kirin.

Di civînê de serokwezîrê Kurdistanê di axavtina xwe de got: “Pêwîste giringî bi xwendina meslekî bê kirin û divê ev yek ji bo hikûmetê bibe stratejîk û bernameya karî daku, li gor wê pêdawîstiyên herêma Kurdistanê, di vîwarî de, bên dabîn kirin û herêma Kurdistanê pişta xwe bi şarezayî, pisporî û karên navxwe girê bide.

Ji bona zêdetir giringîdan bi bajarên pîşrsazî yên herêma Kurdistanê, civînê biryar de ku, heyeteka herêma Kurdistanê digel aliyên peywendîdar bi serokatiya wezîrê bazirganiyê yê herêma Kurdistanê serdana bajarê Borsay yê Tirkiyeyê ku, bi bajarê pîşesazî navdare,  bikin.
Avakirina cî û deverên tûrîstî li herêma Kurdistanê mijareke din a civîna civata aboriya Kurdistanê bû û civînê tekîd kir ku, pêwîste alîkarî û hêsankarî ji bo pirojeyên tûrîstî bê kirin û sermayedarên biyanî û navxweyî ji bona hilbirînê di ware tûrîmê de li herêma Kurdistanê bikin bên teşwîq kirin.

Serokwezîr got ku, divê piştgirî û hêsankarî bo sermayerazandina di ware tûrîzmê de bê kirin daku bibe hokarêm encamdana pirojeyên mezin yên tûrîzmê li gor stndardên navdewletî li herêma Kurdistanê bên avakirin.

Di civînê de tekîd li ser aktîvkirin û berfirehkirina bizava bazirganî li deriyên ser sênor hat kirin û di vî warî de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, divê hemû hêsankarî bên pêşkeş kirin daku, mezintirîn bizav û tevgera bazirganîyê ji export û import li deriyên ser sênor bê kirin.

 

Back to top button