Polîtîk

Divê serxwebûna Kurdistanê bi riyeke aştiyane bê goftugo kirin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, pêwîst e Herêma Kurdistanê beşdarî guftûgoyên çawaniya birêvebirina navçeyên di çarçova operasyona Mûsilê de li ser destê Pêşmerge hatine rizgarkirin, bibe.Di çarçova hevdîtinekê de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Fransa li Iraqê Marc Baretti û Kunsula Giştî yê Fransa li Hewlêrê Dominique Mas, dawî pirsên ewlehî û siyasî yên navçê û operasyona Mûsilê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hewlêrê kirin.Mesrûr Barzanî duyem serdana Serokê Fransa François Holand bo Herêma Kurdistanê bi nîşaneke girîng ji piştevaniya ji gelê Kurdistanê binav kir û ragihand, pêwendî û dostaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa ji encama helwest û alîkariya berê ya Fransayê ji gelê Kurdistanê re tê.Di wê hevdîtinê de behsa zêdekirina alîkariyên leşkerî û mirovî û çareserkirina rewşa tenduristî ya Pêşmergeyên birîndar hate kirin. Tekezî li nexşeyarîyeke serxwebûna Kurdistanê bi riyeke aştiyane, ku guftûgo ligel Iraqê wek mafekî sirûştî yê gelê Kurdistanê vekiriye, ku gihêştina Kurd ji mafê xwe re dibe faktera aramiya zêdetir ya navçeyê.Di hemberê de Balyozê Fransa li Iraqê tekezî li ser berdewambûn û ferehkirina pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û ragihand, pêwendî di her warekî de berdewam dibin û bi berdewamî alîkariyan kir û piştevaniya Herêma Kurdistanê de her pêngavekê de kir. 

Back to top button