Cîhan

Divê rê şerê navxwe li Iraqê bê girtin

Nawenda merciyeta  bilind a şîeyên li Iraqê li ser rewşa Iraqê peyamek ragihand.

Daxûyaniya merciyê bilind ê şîeyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî roja 01.11.2019ê ji aliyê gotarbêjê Înê yê Kerbela û nûnerê Sîstanî Ehmed Safî ve hat xwandin.

Elî Sîstanî got, xwîna hatiye rijandin a xwepêşanderan li gel me gelekî mezine û pêwîste kar bo bi dawî kirina kuştin û birîndar kirina xwepêşanderan bê kirin û rê neyê dayîn şerê navxwe li Iraqê çêbibe.

Merciya bilind a şîeyên Iraqê daxwaz ji hikûmetê dike êdî hêzên şerker bo bêdeng kirina xwepêşanderan rêneke ser şeqaman û ên gule berdane ceza bike.

Elî Sîstanî nerasterast behsa wan kes û aliyan dike ku hewl didin xwepêşandanan bo berjewendiya xwe bikartînin û ragehand: ‘’Mafê ti kes û aliyan tine ye dest li ser îradeya hemwelatiyan de bigre û nêrîna xwe li ser wan ferz bike.’’

Back to top button