CîhanPolîtîk

Divê PYD ji dev siyaseta xwe ya çewt berde

ENKSê li Almanaya ji bo piştgiriya Malbatên Şehîdên Qamîşlo çalakiyek li darxist. Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elmanya di vê çalakiyê de amade bû. Hevkariyê axavtinek pêşkêş kir. Ev jî deqê gotara hevkariyê ye:  Silav û rêz, ji bo amadekaran û hamû beşdarên hêja RêzdaranBerî her tiştî em ji bo dawetnameya ENKS, Şaxe Evrupa zorspas dikin. Wek hûn jî baş dizanin, ku ev çend sal in ku rexistina terorîst û xwînmij a bi navê DAIŞê derketiye holê û li dijî gelê me êrîş û komkujiyan pêk tinê. Hema ji despêkê da hucûma hovane birin ser Şingalê,bi qetilkirina zarok, jin, kal û pîran, bi hezaran hêsîrgirtina dayik, bav, qîz û xortên kurd,  firotina qîz û bûkên me li bazarê welatên ereban, rûyên xwe yê hov û xwînmij nîşan da. Heman hovîtî li Kobanê jî nîşan da.Wek tê zanîn, ku rêxistina terorîst dîsa di 27ê Tîrmeha îsal de li bajarê Qamisloyê êrîşî gelê me kir û komkujiyek pek anî. Di wê êrîşa hovane de 62 hemwelatiyên kurd bûne qurbanî û zêdeyî 175 kes jî birindar bûn. Şik tuneye, ku ev rêxistina xwînmij bi wan erîşana va dixwaze gelê me bitirsinê û planên xwe yên gemar bi cîh bîne. Lê bila ew xwînmij û dagirkerên Kurdistanê baş bizanibin, ku gelê Kurd ev 200 salin ku, ji bo rizgarkirina welatê xwe û ji bo azadiya gele xwe di nav tekoşînê daye. Heta nuha çawa ku, gelê me serî li hemberî dagirkeran netewandiye, wê li ber DAÎŞê jî netewîne û ew êrişên hovane wê bi saya PEŞMERGÊ qehreman  û gelê kurd nikare têkoşîna gelê me sist bike û paş ve bihêle. Em wek Hevkariya Partiyên Kurdistanî Li Elmanya sipasî Dewleta Elmanya, gelê Elmanya û tevaya dewletên ku, piştgirî dane gelê me, li dijî vê terora hov a DAÎŞê. Em hêvî dikin, ku ev dewletên dost piştgiriya xwe bi hêztir berdewam bikin, ji bo ku gelê kurd bigîhîje azadiya xwe. Rêzdarên hêja Divê em kêmasiyên xwe jî bibînin. Îro li rojavayê Kurdistanê li gel erişên terora tundrew a DAÎŞê, di heman demî de derfet jî hatine peş, lê mixabin  PYD rê nade partiyên din yên Kurdistanî ku, li Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê xwe kar û xebatên xwe bimeşînin. Li şûna yekitî û yekrêziya nav mala kurd biparezê, girtina endamên siyasî yên partiyên ENKS, siyasetmedar û nivîskarên Kurd, her usa xwediyên çalakvanên ku, nerazîbûna xwe nişan didin bo xwa kiriye armanc. Ta îro behtirî 100 ji wan kesayetiyan di girtîgehên PYD de dane. Ew destûr nadin, ku pêşmergeyên Kurdistanê derbasî Sûriyê bibin, ji bo parastina Kurdistana Sûriyê şer bikin.Bi ditîna me, ev helwest zirareke mezin dide têkoşîna tevgera rojavayê Kurdistanê. Em wek HEVKARÎ, bangî PYD dikin û dibêjin, ku dev ji vê siyaseta çewt berdin, ku zirarê dide tevgera neteweya kurd li rojavayê Kurdistanê. Bila hemû partî û rexistin bi azadî û aramî karê xwe bimeşînin. Her wisa bereyek netewî û niştimanî pêk bînin û li dijî dijmin bi milmilane kar bikin.Ji çend rojan berî vê, di 13’e Tebaxê de berpirse Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê -ENKS Rêzdar Brahîm Biro gel çend siyasetmedarên din, bi destê asayîşa YPGê va hatibû girtin.  Paşê jî ew berdan û derxistin dervayî Rojavayê Kurdistanê. Ev yeka tu car nayê pejirandin û  ne jî di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye. Rêzdarên hêjaBuyerên li navçeyê û bi taybetî li Kurdistanê diqewimin ispat dikin, ku yekìtî û yekrêziya nav mala kurd pêwist e. Dost û hevkarê gelê kurd jî vê hêvî dikin.Em wek Havkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elmanya, vê komkujiya ku bi destê DAIŞê ve, di 27ê Tirmeha sala 2016´an de li Qamişlo, Hasekê û di 20 Tebaxê de li Dîlokê dijî gele me yê sivîl hatibû kirin û her wisa hemû cure erîş û teqînên ku, li dijî sivîlan tên kirin,  her wisa erîşî ji alîyê kê dibe bila bibe, bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên Şêhîdan re û gelê kurd re sêrsaxî dixwazin,  ji bo birîndaran şîfa xerê dixwazin. Bimirê dijminên gelê kurd!Bimirê rexistina terorîst a DAIŞ!Bijî tekoşîna gelê me!Bijî Peşmerge!Bijî Kurd û Kurdistan ! Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî li Elemaniya (HEVKARÎ)Partîya Dêmokrata Kurdistanê  (PDK-IRAK)Hizbi Demokrati Kurdistan – Komita Almanحيزبه ديموكراتي كوردستان (PDK-IRAN)Partîya Demokrat a Kurdistanê /Bakur (PDK- Bakur)Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya (PDK-S)Partiya Yekîtî ya kurdî li Sûriya (PYK-S)Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)

  1. I. U.يه ككرتووى ئيسلامى كوردستان

PAK Rojhalatin 27.08.2016 

Back to top button