Polîtîk

Divê PKK çekan radest bike,biryara `agirbestê` ne di cihê xwe de ye

Bahçelî daxûyakirin ku, biryara agirbestê ya PKK’ê “rast, hevseng û di cih de nîne” û got, “Divê bê şert dest ji çekan bê berdan.” Her wiha diyar kir, divê banga Ocalan ji bo YPG’ê jî derbas bibe.

Di daxuyaniya Bahçelî de pêvajoya xwehilweşîndinê ya PKK’ê şerê navbera wan û PKK’ê wek “Enqazê cihêkariyê û terora 41 salî” pênase kir û got, “Bi hevkariyê, bi derfetên aqlê hevpar, beguman ji dil, bi rasteqînî û pêngavên cihê baweriyê wê ji holê bê rakirin.”

Di daxuyaniya Bahçelî de ev hişyarî jî hatin dayin: Ji bo li qezayekê neqewime, ji bo wateyên şaş neyên fêhmkirin, ji bo ev pêşketinên xweşbîn ên hesas neyê astengkirin, pêwîstî bi nêzîkatiyeke berpirsyarane, hesas û hişyarbûyînê heye.

Bahçelî got, “Li pêşiya me firsendeke zêrîn heye ku îxmal û binpêkirina wê nabe ku bê kirin.”

Bahçelî derbarê DEM Partiyê jî peyam da û got, “DEM Partî eger li gel peyamên xwe bi xwînsarî, berpirsyarane û germ gavên xwe yên hevgirtî û aramî dewam bike, wê pêşî lê vebe ku bibe partiya Tirkiyeyê.”

Li gorî gotina Bahçelî banga Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê li gel PKK’ê her wiha ‘Ji bo hemû dewamî û komên din jî derbasdar e’.

Bahçelî diyar kir, YPG jî di vê çarçoveyê de ye û got, “Giranîdayina li ser daxwazên siyasî û zemîna hiqûqî ‘xefletî’ ye.”

Bahçelî anî zimên, PKK û komên ‘ser bi wê ve’ divê ‘tavilê û bê şert dest ji çekan berdin’, her wiha çekên xwe jî ‘radestî Komara Tirkiyeyê bikin’ û destnîşan kir, daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê “rast, hevseng û di cih de nîne”.

Bahçelî bang li PKK’ê kir ku ‘bêyî şert û mercekî bide pêş dest ji çekan berde, dawî li hebûna xwe ya rêxistinî bîne’ û wiha domand: “Dînamîkên kaosê yên herêmî gelekî çalak in. Sîstema navneteweyî ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ava bû, bi darbeyên kujer li ber tasfiyeyê ye.”

Bahçelî li hemberî metirsiyên herêmî û navneteweyî bal kişand ser pêwîstiya bi ‘atmosfera aştî û aramiya navxweyî’ sedsaleke ‘Tirk û Tirkiyeyê’ destnîşan kir.

Back to top button