Kanala televizyona Î24 a Îsrailî ku bi zimanê erebî weşanê dike, nirxandinek li ser ragihandina roja referanduma serxwebûna Kurdistanê kir.Di raporta Î 24a Îsrailî de hate ragihandin ku; piştî diyar kirina roja 25ê Îlonê 2017ê wek pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê, xewna ava kirina dewletê ji aliyê kurdan ve derdikeve pêş û bo ku ew yek pêk jî bê, ev babet tenê li benda demê ye. Herwaha hat gotin ku referandum pêngava yekem e ji pêngavên gelê Kurdistanê ku dewleta serbixwe bê ragehandin.Di bernamye televizyonê hat gotin ku; Enqere ûtehran li himber biryara referandumê dijitiya xwe ragihandin û ev herdu paytext dibêjin ku, ev biryar tehditeke li ser yekitiya axa Iraqê. Li himber vê yekê Îsrail pêşwazî li biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê dike.Vê derbarê de şêwirmendê asayîşa Îsraîlê Enan Wehbî ji heman kanala televîzyonê re ragehand ku, hizra dewleta serbixwe ya Kurdistanê re divê piştevanî bê kirin û ev yek di berjewendiya Îsraîlê de ye jî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: