Polîtîk
Divê pêvajoya hilbijartinê dawî werê
Serokomarê berê yê Tirkiyeyê û Damezirînerê AK-Partiyê Abdullah Gul nerazî ye şaredarî ji destên HDPyê werin standin.
Abdullah Gul ji malpera xwe ya fermî di derbarê encamên hilbijartinên şaredariyan de daxûyaniyek belav kir û ragihand: Cihê genegeşeyeke mezin e, piştî serkeftina namzetekî, mafê şaredariyê ji destê wî were standin. Lewra bi awayek yasayî rê ji bo wî kesî hatiye dayîn ko bibe namzetê şaredariyê.
Herwiha eşkerekirina encamên Şaredariya Stenbolê jî gelek dereng ketiye û bûyerên bî vî rengî zirarê dide hêjabûna Tirkiyeyê. Nabe gengeşe û guman bikeve ser hilbijartinên Tirkiyeyê. Divê pêvajoya hilbijartinê dawî were û Tirkiye hişê xwe bide ser pirsgirêkên xwe yên ciddî.