Divê Obama rewşê biguhere
John Hannah di kovara Foreign Policy de bi navê (Çi pêwîste Obama bêje dema serokê Kurdistanê serdana Ameêkayê dike) nivîsye û diblje ku divê Amerîka siyaseta xwe li heber herêma Kurdistanê baştir bike. Hannah di nivîse ku ji sedema siyastea şaş a îdareya Amerêka herêma Kurdistanê gelek ziyan dîtine û bazirganên amerîkî jî gelek derfetên karî li herêma Kurdistanê ji dest dane:
– Hêşta Amerîka li hember endamên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, dema serdana Amerîkayê dikin, weke terorîstan miameleyê pê re dike, pêwîste wê reftarê biguhere. Di dema şerê jinavbirina Sedam de, Barzanî û Talebanî ji her kesî zêdetir pişta Amerêka girt, lê tevî vê jî Amerîka herêma Kurdistanê îhmal kiriye, ev yek jî bûye sedemê ku ew herêm rastî ziyanên abûrî bê.
– Kurdên bakurê Îraqê, ji bona wergirtina vîzaya Amerîkayê, yan divê biçin Bexdayê, yan divê biçin Tirkiyeyê û welatên Kendawê. Divê ev nemîne, pêwîste konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê vêîzayê bide kurdan.
– Heta nuha ji min re zelal nebûye çima hêşta geştên asmanî yên rastewexwe di nevbera herêma kurdan û Amerîkayê de dest pê nekirine, lê geştên asimanî di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hene. Bazirganên amerîkî ji bona ku biçin herêma Kurdistanê, pêwîste di rêya Bexdayê re biçin, ev jî bûye sedemê ku bazirganên amerîkî bi dehan derfetên karî ji dest bidin. Divê ev rewş bê guhertin.
Ji bo xandina timamiya nivîsê bi zimanê îngilîzî lînak li jêr bitikîne: