Divê NATO Tirkiye ceza bike

Wezîrê Bervaniyê yê Amerîka Mark Esper aşkere kir ku, dê rojên li pêşiya me de  ligel NATOyê civînekî li darbêxe û  hewl bide ku Tirkiye were cezakirin.

Li gora Jerusalem Postê,  Wezîrê Bervaniyê yê Amerîka Mark Esper wê hewl bide welatên endamên NATOyê ne cizayan aborî û serbazî bi ser Tirkiyê da bisepînin. Ew jî ji ber operasyona serbazî ya Tirkiyê ye ya bo Rojavayê Kurdistanê.

Herwiha Wezîrê Bervaniyê yê Amerîka Mark Esper nîgerane ku operasyonên serbazî yên Tirkiyê bibin sedema bihêzbûna DAIŞê li herêmê.

Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser tweeterê daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê da Trump gemaroyên aborî yên ser Tirkiyê aşkere kirin. Trump aşkere kiriye ew amadeye aboriya Tirkiyê hilweşîne

Nerîna min :