Divê medya rastgo û bê alî bê
Li destpêka civînê de Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li gotarek de wêneyekî giştî yê pêvajoya rojnamegerî û kêşe û giriftên li ber warê rojnamegeriya Kurdî ji bo Serok Barzanî rûn kir. Paşê zêdetirê amadevanan nêrîna xwe ya di derbarê pêwîstiyan û baştirkirina rewşa medya û bar û guzeraniya rojnamevanan û parastina wan û her wiha karkirina bi pîvan û bihayên medyayiyan derbirî.
Li beşekî dinê hevdîtinê de rewş û mafê rojnamevanên navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê hate guftûgo kirin, ku bi sedema rastiya navçeyên wan ya li hemû mafêkî rojnamevanî li Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal da bêbeşin. Her wiha karkirina ji bo baştirkirina pêwendî û têkiliya di navbera rojnamevan û dezgehên polîs û asayîş mijareke dinê hevdîtinê bû.
Paşê Serokê Kurdistanê ji bilî bi xêrhatina wan, pîrozbahiya salvegera rojnamegeriya Kurdî li amadevanan kir û balkişand li ser pêşveçûna pêvajoya medya li Herêma Kurdistanê û got: Pêvajoya medya li Herêma Kurdistanê berev pêşve çûye, lê belê ne wekî pêwîste û divê medya li veguhestina nûçe û zanyariyan û destnîşankirina kêmasiyan de rastgo û bê alî bê. Her wiha Serok Barzanî li dirêjiya axaftina xwe de behsa wê yekê kir ku pêwîste rojnamevanên Kurdistanê dakokî li bîra neteweyî û kultura lêborînî û pêkvejiyanê bikin û baweriya wan jî bi dîrok û biha û destkeft û şiyana mîlleta xwe hebê û bi biçûk nezanin.
Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî palpiştiya xwe jî ji bo mafê rewayên rojnamevanan dûpatkir, ku divê rewşa wan bête baş kirin û azadî û asayîşa wan parastî bê.
Her wiha li vê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa rewşa siyasiya Iraq û Kurdistanê kir û balkişand li ser rûdaw û bargirjiyên îro ya bajarê Hewîce û got: Bikaranîna artêş li kêşe û milmilaneya siyasiyan û kar û barên navxweyî da binpêkirina destûr û bingehên dewlete û rûdawên îro ya bajarê Hewîce şermezarkir ku bi sedema bikaranîna artêşê ve gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin.