Divê kurd li doza peykê Şêz Seîd xwedî derkevin

DİVÊ HER KURDEK LI DOZA PEYKÊ SEROKÊ KURDISTANÊ ŞÊX SEÎD EFENDÎ RE XWEDÎ DERKEVE…

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Beriya ku Kemalîst desthilatdariye ji Osmaniyan bıgrin û bibin xwediyê dewletê, hewcedariyên alîkariya miletê kurd miletê kurd bûn. Ew jî bi rêya mîr, şêx, serokeşîr, axayên kurdan dibûn. Loma jî Kemalîst çûbûn ber linge wan û destên wan maç kiribûn. Di hemandem de soz dabûn ku dewleta nû ya bê avakirin, dê bibe dewleta kurdan û tirkan; di heman dem de sîstemeke demokrat û nemerkezî ava bibûya.

Hezar mixabin piştî ku Kemalîst bûn desthilatdar û xwediyê dewletê, hebûna miletê kurd înkar kirin. Gotin ku “miletê kurd tune ye û kurd tirk in.”

Dewletê ev înkarkirina kurdan ji bona îdeolojiya xwe ya fermî kirin nazariyek û fikrek gelekî esasî. Îdeolojiya fermî, nîjadperestî pejirand. Encama ev nêrîna şaşa û nîjadperest, welatê kurdan Kurdistan hat dagirkirin û îlhak kirin.. Hemû mafên miletê kurd qedexe bûn. İzin nedan ku kurd zimanê xwe jî bi azadî li gûndan, bajerokan, bajarên biaxifin. Ew kesên ku li devre bi kurdî axifîn jî bi perekî mezin hatin ceza kirin.

Kurd, li hemberî ew siyaseta Kemalîst nedikarîn bêdeng bimînin. Kurdan ji bona ku li hemberî ev siyaseta kolonyalîst û nîjadperest têkoşîn bidin, dest bi rêxistinbûnê kirin. Encama vê xebatê “Komîteya Îstîklalê ya Kurdistanê”, di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî yê Wartoyê de ji aliyê mîr, şêx, serok eşîr, mele, rewşenbîr û axayên Kurdistanê de ava bû. Lê beriya ku xebata serîhildanê dest pê bike, Xalid Beg û Yisûf Zîya Beg li Bedlîsê hatin girtin û bi lezûbez hatin darizandin/mehkeme kirin û hatin îdam kirin.

Piştî ku Xalid Beg û Yisûf Zîya Beg hatin îdam kirin, encama prowakasyona dewletê, di sala 1925-an de di meha Sibatê de serîhildanê di bin serokatiya Şêx Seîd Efendiyê Qolxesarî/Pîranî/Hinisî de dest pê kir.

Tevgera 1925-Aan di demeke kurt de piştriya gelê kurd qezanç kir û bû tevgerek kîtlewî. Loma jî me di salên 1976-an de di Kovara Rizgarî de ev tevgera milî ya Kurdistanê ya 1925-an wek xwepêşandenek bi çek terîf kir. Hezar mixabin vê serîhildanê demekî dirêj dom nekir. Encam a sîyaseta dewleta Kemalîst ya qetlîamçêker û hovane hat serkûp kirin û temirandin.

Serokê tevgera 1925-an Şêx Seîd Efendî û hevalên wî di rêya Wartoyê de dîl ketin. Ew di Dadgeha Îstîklalê de bi lezûbez ji derveyî hiqûqê û bi awayekî milîter û gelek keyfî hatin darizandin. Di derbarê wan de biryara îdamê hat kirin. Îdama wan ji bi lezûbez pêk hat.

Dewleta Kemalîst: Li dijî kurdan û grubên etnikî bû, Li dijî bawerbendan bû û îslamiyan bûn. Li dijî karsazan, karmend û tacîran bû.

Şêx Seîd Efendî jî, hem kurd bû, hem şêx bû û serokekî olî bû, serokê medreseyekê bû, muderrîs bû, hem jî tacîr bû. Tacîriya wî jî ji sînora Kemalîstan wêdatir bû.

Loma jî diviya bû ku bi lezûbez ji holê bê rakirin û bê kûştin.

Kemalîstan, li hemberî vê tevgerê lîstikek mezin û propagandeyek derewîn meşand. Ji bona ku pêşiya Tevgera Milî ya Kurdistanê ya 1925-an bi hêsanî bigrin, ji dinyayê re gotin ku “ev tevgera îslamî û kevneperest û şerîatparêz e.” Li hûndir jî gel re gotin ku “ew dixwazin welat parçe bikin, Kurdistanek serbixwe ava bikin. Loma jî bi Îngilîzan re xwediyê pêwendiyê ne. Şêx Seîd Efendî sixûrê îngilîzxan e.”

Ev siyaseta Kemalîstan serkeftî bû. Di serî de Yekıtiya Sovyetan piştgiriya Kemalîstan kir. Dinyaya kapîtalıst jî, hem ji bona ku li dijî Yekîtiya Sovyetê Kemalîstan bi kar bînin, hem jî ji bona ku gotin ku ev tevgera kevneperest e, piştgirî nekirin. Çavên xwe ji îdama serokên tevgerê re û ji qetıama miletê kurd re girtin.

Piştî ku Şêx Seîd Efendî hat îdam kirin, miletê kurd li her parçeyên Kurdistanê wek serokekî milî û Kurdistanê nas kirin. Lewra dema ku Serîhildana Milî ya Kurdistanê di sala 1925-an de dest pê kir, Kurdistan encama Peymana Lozanê bibû çar parçe.

WENDAKIRINA CIYÊ MEZELÊ ŞÊX SEÎD EFENDÎ Û JI DEWLETÊ DAXWAZIYA DIYARKIRINA MEZELÊ WÎ Û HEVALÊN WÎ…

Kemalîst ji bona ku ji nufûz û îdeala Şêx Seîde Efendî ya serxwebûna Kurdistanê ditirsiyan; ji nûfuza wî ya olî û tarîkatbûna wî ya Naqşibendiyê xeter didîtin ku gorên wan dê bibin ciyê ziyaretgehê; di nav gel de hezkerên wî bi mîlyonan bûn; mezelê wî û hevalên wî yên din, veşartin. Ciye mezelê wan wenda kirin.

Dewleta Kemalîst ya Tirk, sed sale ku qedexekiriye ku li ser serîhildanên miletê kurd û serokên wan bên qise kirin jî.

Lê kurdperweran her dem hepis, eşkence, tada û zûlum dane ber çav; serîhildan milî yên Kurdistanê û serokên serîhildanan anîne rojevê. Bi taybetî jî piştî sala 1974-an ku Bihara 2-emıin ya Tevgera Kurdistanê dest pê kir, rönesansa fikrî û çandi li Kurdistanê rû da, di Kovara Rizgarî de û kovarên din yên kurdan de ev mijaran hatin rojevê, hatin niqaşe kirin. Dewleta Kemalîst di derbarê van mijaran da hatin nirxandin û tewanbar kirin. Ji serîhildan û serokên wan re jî xwedî hat derketin.

Dewleta Kemalıst ya Tirk li ser mezelên wan jî axiftin qedexe kiribû. Komela Kurd a Diyarbekirê (KURD-KOM) di sala 2006-an de li dijî vê qedexê derket û daxwaz kir ku ciyê mezelê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî bên diyar kirin.

Piştî ev daxwaza KURD-KOMê gelek rêxistin û kesên din û malbata Şêx Seîd Efendî U Weqfa Şêx Seîd Efendî jî ew daxwaza ji dewletê kirin.

Lê hezar mixabin hîn dewletê di vê pirsê de hîn gavek neavêtiye. Divê ku ew dxwaza hîn bi plan û rêkûpêk bê domandin.

ÇÊKIRIN Û QEDEXEKIRINA PEYKÊ SEROK ŞÊX SEÎD EFENDÎ…

Şaredariya Xinûsê û malbata Şêx Seîd Efendî gavek baş xwestine bavêjin, biryarek baş û piroz û bimbarek wergirtine. Gorî biryara wan divê ku ji bona Serokê Kurdistanê: Rêberê milî, olî, civakî, arîstokratîk, rewlşenbîr Şêx Seîd Efendî li Xinûsê peykêkî çêkin.

Dema xwestine ku dest bi avakirina peykê Serokê Kurdistanê Şêx Seîd Efendî bikin, dewletê qedexe kiriye.

Dewlet a ku ji mezelê wî û hevalên wî ditirse, dê zêdetir ji peykê wi jî bitirse. Dê nexwaze ku peyk li ber çavên gel nebe.

DOZA PEYKÊ SEROKÊ KURDİSTANÊ ŞÊX SEÎD EFENDÎ Û DOZNAMEYA DOZGER…

Dewletê piştî ku îzin nedaye peykê Şêx Seîd Efendî çê bibe jî, di derbarê biryardaran de doz hatiye vekirin.

Di Doznameya Dozger de du îdiayên girîng ji bona peykêrçêkaran bi lêv dibe.

Îdîaya yekemîn: Dozger dibêje ku biryara avakirina peykê Serokê Kurdistanê Şêx Seîd Efendî bi destê PKKê hatiye girtin.

Îdiaya duyemîn: Serokê Kurdistanê Şêx Seîd Efendî kesekî sucdar e. Kesên ku birya girtine ku Peykê Serokê Kurdistanê ava bibe, loma sucdar û suc pesinandıne.

EW ÎDÎAYÊN DOZGER NE DI CÎ DE NE…

Lewra,

1-PKK, her dem li dijî Tevgera Milî ya 1925-an û rêberê wê Serok Şêx Seîd Efendî bûye. PKK, ev tevgera tevgerek milî û azadîxwaz û û rizgarîxwaz terif nekiriye. Wek tevgerek kevneperest terîf kiriye. PKK û bi taybetî jî serokê PKKê Ocalan, gotiye ku “Şêx Seîd Efendi sixûrê îngilîzan e. Heger tevgera 1925 ya di bin serokatiya Şêx Seîd Efendî de hatiye meşandin nebûya, Kemalîstan reformên demokrat pêk dianÎn: Tevgera 1925 pêşiya van reformên demokratik wergirtiye.”

PKKê jî di heman dem de ji Tevgera 1925-an ditirsin. Lewra ev tevgera di pêşendiya aıstokrat û karsazên Kurdistanê de hatibû meşandin.

Loma jî, ji bona avakirina peykê Şêx Seîd Efendî PKKê tu wext biryardar nagre. Malabata wî û Şeradariya Xinûsê bi însiyatîfa xwe ev biryara girtine.

2-Şêx Seîd Efendî û hevrêyên wî, têkoşîna dozeke heq û rewa meşandin. Doza wan doza azadkirina miletê kurd û rizgarkirina Kurdistanê bû. Armanca wan Kurdistaneke serbixwe bû.

Loma jî sucdar nebûn. Ew dadgeha Îstîklalê jî ne dadgeh bû. Loma jî biryarên wê hiqûqî û rewa nebûn. Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî bi awayekî keyfî û nehiqûqî hatin îdam kirin.

Loma jî ji pesna sucekî û sucdaran naye qal kirin.

*****

Dirûşmeya 2-emîn ya Doza Peykê Şêx Seîd Efendi, 21. 01. 2016-an de hat li dar xistin.

Dirûşmeya seyemîn dê di 31. 01. 2016-an de bê li dar xistin.

Amed, 23. 01. 2016

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: