Cîhan

"Divê komkujîya Helebçe bê pejirandin"

Du ji partîyên Swêdî, partîya ҁep û partîya gel pêșniyaz kirine ku 16 adarê bibe rojeke navneteweyî hember ҁekên tevkuj. Fredrik Malm, endamê parlamanê ji partîya gel û serokê tora Swêd-Kurdistan di parlamana Swêdê de dibêje, bi vê yekê Helebce wekî komkujîyê tên qebûl kirin û gerek Swêd îro giranîyê deyine ser vê pêșniyazê.

-Fredrik Malm, endamê parlamanê ji partîya gel û serokê tora Swêd-Kurdistan di parlamana Swêdê de dibîne ku Swêd divê bo pêșniyaza sazkirina rojeke cîhanî hember ҁekên tevkuj di 16 adarê de di hindirê Neteweyên Yekgirtî de kar bike.  Ji ber îro roj gelek rojên navneteweyî hene bo warên cuda. Malm dibêje, ne parlamana Swêdê ye ya divê birîyara vê yekê bide lê ser asta Neteweyên Yekgirtî ye û Swêd divê ser vê pirsê kar bike.

Pirsa pejirandina komkujîyan berîya nuha di parlamana Swêdê de hatîye șîrove kirin. Wekî nimûna qebûl kirina komkujîya ermenîyan bû babeteke germ di parlamana Swêdê de. Li gor Fredrik Malm, bo qebûl kirina pirsa komkujîya ermenîyan, xebata dirêj di gelekê salan de berdewam kir. Û ew cudabûna navbera pirsa ermenîyan û pirsa komkujîya li Helebceyê tîne ziman û dibêje parlamana Îraqê bi xwe komkujîya Helebceyê pejirandîye. 

-Li gor dïtina Fredrik Malm bi xwe, divê komkujîya Helebceyê bên pejirandin. Û wekî ew dibêje, îro roj jihevbelavbûn di nerînên derbarê vê pirsê de nav sîyasetmedarên Swêdî de tune ne. Û ji ber vê yekê jî dê zêde xirab be eger ev pirsa cudabûnekê nav partîyên Swêdî de yan navbera herdu blokan de saz bike. Û bêguman ev yeka dê bo kurda jî ne alîkar be.

Fredrik Malm vedigera dema șîrove kirina pirsa komkujîya ermenîyan di parlamana Swêdê de û dibêje ku bo gelek siyasetmedaran serpêhatîyeke hesas û germ bû û rîsk heye ku dilê siyasetmedaran ji vî alî ve sar kiribe.  Lê her wekî wî bi xwe jî got, pirsa Helebce ji ya ermenîyan kêmtir tevlîhev û hesas e.

Gelo bo pejrandina komkujîya Helebce di parlamana Swêdê de, ҁi pêwîst e? 

-Ya pêwîst pêșkêșkirina pêșnîyazek ya baș hatîye ser kar kirin û herweha șîrove û bandorkirina ser partîyên cuda di parlamanê de bo sazkirina lihevhatineke berfireh.

Fredrik Malm herweha serokê tora Swêd-Kurdistan e di parlamana Swêdê de û ew bo bîranîna komkujîya Helebcayê, sala par û doh êvarî jî merasîmên bîranîna Helebceyê di parlamanê de li darxistin. Nêta wan ew e ku merasîmên bîranînê salane di parlamanê de lidar bixin.(Zeyale)

Back to top button