Civak

Bi her nirxê dê Kerkûk bê parastin

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî derheqê êrişa duh a çekdarên DAIŞê li ser Kerkûkê ragihand, bi her nirxekî be, divê Kerkûk were parastin. Serok Barzanî, derheqê êrişa duh a DAIŞê li ser Kerkûkê peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye ku bi her nirxekî be, divê Kerkûk were parastin. Barzanî her wiha aniye ziman ku êrişa duh a DAIŞê li ser Kerkûkê, hewleke pûç e bo qerebûkirina şikesta xwe ya li hember Pêşmerge û gotiye, lê ez xelkê Kerkûkê û hemû xelkê Kurdistanê piştrast dikim ku dê tevahiya êrişên terorîstan bên şikandin. Serokê Herêma Kurdistanê ragihandiye ku ferman daye rayedaran da ku tedbîrên pêwîst bo parastina Kerkûkê bigirin. Barzanî spasiya xelkê Kerkûkê jî kiriye ku di kontrolkirina rewşa Kerkûkê de alîkarî dabûn hêzên ewlehiyê, sersaxî jî ji şehîdên Kerkûkê re û şîfa jî ji birîndaran re xwestiye. 

Back to top button