Divê ji bo qirkirinê Talat paşa bê tawanbarkirin
Li Enqere parêzerek serî li dadgehê da ku, ji bo qirkirina Ermeniyan bête naskirin. Parêzerê bi navê Bendal Celil Ezman, bi awayek fermî doz li dadgehê kir ku, qirkirina Ermeniyan qebûl bikin. Bendal Celil Ezman, di vê derbarê de got ku, divê Tirkiye li xwe mikur werê û rastiya xwe qebûl bike. Divê navê Talat Paşa ji hemî dever û ji kolanan bête rakirin. Herweha pêwiste hukumeta sala 1915-ê ku li ser hukum bû bête darizandin û biryar bête dayîn ku, hukumeta Sait Halim Paşa, sala 1915-ê qirkirina Ermeniyan kiriye.
Herweha Bendal Celil Ezman, dixwaze, bi biryara dadgehê, qirkirina Ermeniyan bête qebûl kirin. Rojenemevanekî ji Bendal Celil Ezman pirsî: “ Başe tu vê dozê vedikî, ma tu qet natirsî ku dê hinek tiştekî bi te bikin“ Celil Ezman di bersiva xwe de got: “ Eger tiştek bê serê min, ew jî teqtîra xwedaye“