Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis di destpêka gotara xwe de li civîna encûmena asayîşa navnetewî derbarê şerê dijî DAIŞê , pîrozbahiya hikumet û xelkê Iraq kir û ragehand ku, bi hevkariya hêzên Pêşmerge, hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ew serkeftin hate kirin.Di gotara xwe de Jan Kubis ragihand, di 17ê Mijdarê de Iraqê serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand û dawî pêgehên DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate kontrolkirin.Jan Kubis got: Herêma Kurdistanê pêşwazî li hejmareke mezin ji koçberan kiriye.Amaje bi wê jî kir, rast e ti navçeyek di destê DAIŞê de nemaye, lê metirsiyên wê bidawî nebûne.Jan Kubis ragihand, girjî û alozî di navber hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê hene û her du alî giliyan dikin ku destûr cibicî nabûye. Hikûmeta Iraqê hin pêngav girtine ber ji bo sepandina desthilata federalî li ser navçeyên cihê nakokiyê, esman û deriyên sînorî û gihêştiye “Hêla Kesk” a sala 2003an.Herwiah got: “Hin caran rûbirûbûn derket û hejmarek ji welatiyan koçber bûne û me daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê kir, lêkolînan bikin ş berpirsên tawanan lêpirsîn ji wan bê kirin.Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê got jî: “Dibe pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê bêne çareserkirin û divê mafên destûrî ji Herêma Kurdistanê re vegerin.”