Divê HSD têbiniyên Tirkiye li berçav bigre

Buroya Hiqûqê ya Asrin bi daxuyaniyekê ragihand ku di 2ê Gulana 2019an de Abdullah Ocalan li Girtîgeha Cureya F ya Îmraliyê bi parêzerê xwe re hevdîtinek pêk anî û îro li Hotela Taksim Hill li ser hûrgiliyên hevdîtinê civîneke çapemeniyê li dar xist û peyama Abdullah Ocalan xwend.

Abdullah Ocalan di peyama xwe de ragihandiye ku di vê pêvajoya dîrokî de ku em di nav re derbas dibin, pêwîstiya lihevhatina civakî heye û gotiye: “Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyê, heta pirsgirêkên herêmê jî, di serî de ne bi rêya şer, ne bi rêya tundiyê, bi hêza nerm, ango aqil, siyaset û kultûrî çareser bikin.”

Ocalan li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê diyar kir: “Em bawer dikin ku di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, divê armanc ew be ku pirsgirêkên li Sûriyê dûr ji kultûra pevçûnê, pêgeh û rewşa ku têde ne, di çarçoveya yekîtiya Sûriyê de di perspektîfa demokrasiyeke herêmî de ku bi destûra bingehîn hatibe garantîkirin, were çareserkirin. Derbarê vê yekê de jî divê li hember hesasiyetên Tirkiyê jî hestyar bin.”

Abdullah Ocalan herwiha eşkere kiriye: “Tevî rêzgirtina li berxwedanên hevalên di girtîgehan de û li derve, em dixwazin bal bikşînin ser wê yekê ku divê tendirustiya xwe nexin metirsiyê û negihînin wê astê ku bi mirinê bi dawî bibe. Ji bo me siheta wan a aqlî, fizîkî û derûnî di ser her tiştî re ye. Herwiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkbûna herî biwate, bi pêşvebirina sekna zihnî û rûhî ve peywendîdar e.

Rêberê PKK di dawiya peyama xwe de dibêje: “Helwesta me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî zelal e. Ji bo me aştieyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk esas e. Em her kesên ku ji ber helwesta me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in.”

Abdullah Ocalan ligel 3 girtiyên din PKKê li Grava Îmraliyê di girtîgehê de ne. Parêzerên Ocalan ji 27ê Tîrmeha 2011an heta niha 810 caran bo hevdîtinê serlêdan kiribûn lê her ew daxwaza ji ber hincetên cuda dihat redkirin.

Rûdaw

 

Nerîna min :