Polîtîk

Divê hewldanên yekrêziyê serbikeve

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) radigihîne, di  xala duyem a danûstandinên Kurdî – Kurdî, de pêkanîna lêvegera siyasî tê gotubêj kirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafi Ebdula ji K24ê re ragihand, mehek e qonaxa duyemîn a diyaloga Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) berdewan e û xala girîng a di vê qonaxê de tê gotubêjkirin xala pêkanîna lêvegera siyasî ye û gotubêjê di asteke baş de didomin bi taybet li ser desthilat û erkên wê lêvegerê.

Herwuha Nafî Ebdullah tekez kir, ew wek ENKSê bi biryar in ev diyalog bigihe encamên xwe û her dema astengî û zehmetî bikevin pêş diyalogê ewê hewl bidin asankariyan bikin, ta diyalog bi ser bibe.

Li ser birîna avê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve ji ser bajarê Hesekê, got: Aliyên diyaloga Kurdî – Kurdî bi aliyê Amerîkî re behsa pirsa birîna avê ji Hesekê dikin, ji bo Amerîka fişarê li Tirkiyê bikin û avê ji ser Hesekê nebire.

Derbarê rûbirşbûna vîrûsa Koronayê û hevkariyên navdewletî de da zanîn, wan wek ENKSê daxwaza alîkariyên tendirustî ji bo rûbirûbûna Koronayê ji Rêxistina Tendirustiya Cîhanê û welatên bihêz kirine, lê heta niha tenê alîkarî ji Herêma Kurdistanê gihîştina rojavayê Kurdistanê.

Back to top button