
Bertek û şermezariyên li hember êrîşên alîgirên Bursasporê berdewam dikin. Êrîşên li dijî Amedsporê ne tenê li Tirkiyê û Kurdistanê, herweha li gelek welatên din jî hatin şermezarkirin.
Wezîrê Xurek û Çandinî yê Almanyayê Cem Ozdemîr, bi Almanî û Tirkî bi daxuyanîyek belav kir û got: “Amedspor ne bi tenê ye”. Parlamenterê Partiya Keskan Ozdemîr, ku piştgirî da Amedspor a ku ji aliyê Bursasporê ve rastî êrîşan hat, wêneyê xwe yê bi forma Amedsporê jî par vekir.
Ozdemîr, got: “Piştî tiştên ku ji ber erdheja li Amedê qewimîn, lîztikvan û alîgirên klûba Kurd-Tirk Amedsporê rastî heqaret û êrîşên nîjadperest hatin. Divê ev êrîşa nîjadperest û tundiya fizîkî tu carî neyê qebûlkirin”.