Polîtîk

Divê êrîşen leşkerî li Kurdistana Başur were rawestandinê

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê mizgînî da û got, ku “me li Iraqa bakurê da dest bi operasyonê kir.”.

Karbidestên dewletê gotinên xwe yên berê dubare kirin: “Em li binkeyên terorê didin”, “xebata me ya diji terorê wê berdewam be”, “ emê wê derfete nedine teror û hevkarên terorê” û hwd…

Partiyên opozîsyonê CHP jî dibêje “bila kevîr nekeve lîngê serbazên me” û bi vî awayî piştgiriya êrîşên hanê dike.

Navçeyen, ku ketine ber êrîşê, ne di nava tixuba Tirkiyê da ye.

Êrîşên esmanî a Tirkiyê pêpes kirina serweriya hikumeta Herêma Kurdistan e û dibe sedema bê seqamgiriyê.

Gundî û kesên sîvîl, wekî êrîşên berê bûne qurbanê êrîşên dawiyê.

Kesên sîvîl têne kuştin û birîndar dibin, gund û kom û bajerok vîran dibin, bax, baxçe û zevî têne şewitandin, aboriya navçe têk diçe.

Li Mexmurê, ku bûye armanca êrîşa dawiyê û di bin çavderiya Koma Miletan da ye, Kurdên Bakur jî dijin yên ku di salen 1990’an da ji ber zulme dewleta Tirk reviyabûn.

Armancekê din a êrîşa dawî navçeye Şengal e.

Xalkê Şengalê, ku ji ber êrîşa DAÎŞê warê xwe terk kiribûn, vê carê jî dikevine ber êrîşên esmanî ya Tirkiyê.

Êrîşa dawî ya ku bi henceta hebûna PKK li navçeyê hatiye kirinê, berdewamiya siyasete dewleta Tirk e, ku dixwaze bi tank û top û firokê pirsa Kurd çareser bike.

Eşkere bû, ku êrîşên bi vî awayî ne tenê nikare pirsgirêkan çareser bike, her usa dibe sedema kurtir bûna binbesta tundûtijiyê, dibe sedema piçuktir bûna paruyê gel, ku ji ber şewbêya Corona piçuk bibû.

Hikumeta AK Partî divê bizane, ku çareseriya pirsgirêkan ne li derwe ne û divê herçi zutir êrîşên hanê rawestine.

PKK divê serweriya Hikumeta Herêma Kurdistanê bipejirîne û karê usa neke, ku Herêma Kurdistanê bikeve tengasiyê.

PKK divê dev jê xebata çekdarî û tundutijiyê berde ji ber ku dibine asteng li pêşiya xebata demokratik û bilî ji zirarê, tu qazancê bo gelê Kurd nîne.

Koma Miletan, NATO û Yekitiya Ewropa û saziyên din yên navnetewî, divê peşiya operasyona leşkerî Tirkiyê li Başure Kurdistanê bigre, ku dibe bê seqamgiriya navçeyê.

Em banga Hikumeta Kurdistanê, hemu hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê, hemu hêzên azadîxwaz, aşitixwaz û demokrat dikin, ku dengê xwe dijî êrîşên hane bilind bikin.

15 xezîran 2020

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button