Divê em awayê gotubêjê li gel Bexdayê biguherin

Endamekî Serkirdatiya PDKê dibêje, pêwîst e Kurdistan şêweyê gotûbêjên xwe ligel Bexdayê biguhere û dipirse, ma çî kurdan li Bexdayê maye heta ku daxwaza şeraketê jê bikin?.
Elî Ewnî Endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurd ti îmtiyazên wan Iraqê nemaye. Bûdce bû, ew jî nema didin. Alîkariya Pêşmerge bû, wê jî nema dikin. Pirsgirêkan ji hinardina petrola Kurdistanê re derdixin û xwe ji hemû erkên yasayî û destûrî didizin.”
Ewnî wiha got: “Em hatiye ku em awayê gotûbêjên xwe ligel Bexdayê biguherin û ji wan re bêjin dem hatiye ku em wek 2 cîranên baş bijîn û ji me herdu aliyan re jî ew yek baş e. Wê demê ne Bexda xwe bi me mijûl dike û ne çavê me li ser Bexdauê dimîne. Wê demê emê kar bikin ku aboriya me hebe.”
Wî endamê serkirdatiya PDKê wiha domand: “Pir girîng e awayê gotûbêjên Herêma Kurdistanê ligel welatên derve jî bê guhertin da ku em ji wan re bêjin ku ti metirsiya me li ser kesî tune ye.”

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: