Serokê Yekitiya Hêzên Iraqê û cîgirê berê yê Serokomarê Iraqê ragehand, ji ber ku hikûmeta Iraqê bi destûrê ve girêdayî tevnegeriya ye, kurd berbi cudabûnê ve diçin. Serokê hêzên Iraqê, ku kutleyeke ji pêkhateyên Sunneyan li parlamentoya Iraqê de Usame Nûceyfî, di hevpeyvîneke li gel rojnameya Şerqulewsed de ragehand, hikûmeta Iraqê naha jî bi giyana take partî û takbuyîna tayfeyî ango eşîrî birêve diçe. Usame Nûceyfî diyar kir, Hikûmeta Iraqê bi sozên xwe yên ku dabûn û rêkeftibûn li gel herêma Kurdistanê ve girêdayî nemaye û ji bo mînak jî birîna budceya herêma Kurdistanê û henarde nekirina beşa Pêşmerge ya cebxane û pêdiviyên leşkerî nîşanda. Cîgirê berê yê Serokomarê Iraqê herwaha ragehand, hikûmeta Iraqê girêdayî bi destûrê tevnegeriya ye, ku çareseriya nakokiyên di derbarê darayî û leşkerî ve pêkbîne û ji ber vê jî kurd berbi pêkanîna referandûmê û cudabûna ji Iraqê ve çune. Usame Nûceyfî amaje bi vê yekê jî kir, Iraq wek dewlet diyar nîne û nemaye û herwaha ragehand, di demekî ku xelk li ser şeqaman çek di destê wan de be, çend bajêr jî di destê desthilatdariya rêxistina tund a DAIŞê de be, yasa nebe û xelk bi asanî bê revandin, wê demê wateya wan hemûyan Iraq ne dewlete. Herman Xalîd/BasNews