Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya General tom beckett şandiyê taybetiyê asayişa Hikûmeta Britannia û şêwirmendê serbazî bo rojhilata navîn û şandeka serbaziya pê re kir.Li hevdîtinekê bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxwe û Berpirsê Têkiliyên Derve, şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê xuyakir û hêbet bûna xwe jî ji bo egîdî û qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstên DAIŞ nîşanda û pêdagirî li ser alîkariyên serbazî ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kir.Her wiha pêdagirî li ser vê yekê kir ku ji wan re giring e ji nêz ve haydarê dawîn pêşhatên rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê û şerê dijî Terirîstên DAIŞ bibin ku divê hemahangî navbera aliyên şerê dijî terorê hebe, bi taybetî ji bo operasiyona rizgarkirina bajarê Musilê, ji bo vê yekê bikaribin baştirîn û mezintirîn serketinê bi ser terorê bi dest bînin, ji ber ku teror bo ser hemû cîhanê gefe ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê û alîkariyên berdewamên Birîtania ji bo Herêma Kirdistanê kir û pêdagirî li ser vî yekê jî kir ku niha di serdemekê nûyê şerê dijî terorê dane û rizgarkirina Musilê yek ji gavên giringên serdemê nû ye. Lê divê operasiyona rizgar kirinê li gor pilaneka ser û ber û baş be û hemû aliyek erk û berpirsatiya wan di vê pilanê de bihê diyarkirin. Pêngava duyem jî ev e ku bi cidî hizra vê yekê bihê kirin ku çawan seqamqîrî ji bo deverên rizgarkirî vegere.Serokwezîr amaje bi vê yekê jî da ku şerê dijî terorîstên DAIŞ, di servey karên Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku gefa terorê bo ser hemû aliyekê heye. Her wiha bi pêwîst zanî ku hizra qunaxa piştî DAIŞ bihê kirin, bi taybetî li warê dabîn kirina seqamgîrî û aştî û avedankirin û vegeryana koçberan bo ser mal cihên xwe.Her du aliyan her wiha behsê hin pirsên wek têkilyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û dawîn pêşhatên emnî û siyasiyên deverê û çawaniya serederî kirin digel qunaxa piştî şikandina terorîstên DAIŞ û hijmarek pirsê din kirin.