Polîtîk

Divê di navbera Bexda û Hewlêrê diyalog dest pê bike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 09.10.2017 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ramon Blecua  balyozê nû yê Yekêtiya Ewropayê (YE) li Îraqê û şandeya pê re kir û Blecua  kêfxweşiya xwe diyar kir ku ew weke balyozê YE li Herêma Kurdistanê dest bi wezîfeya xwe ya nû dike û hêvî xwest ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî û bi amadebûna YE, ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan, diyaloga cidî dest pê bike.Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku sefîrê nû yê Yekêtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê di kar û xebatên xwe de serkeftî be û  got ku, berî û piştî referendumê jî, Herêma Kurdistanê hertim bi wê yekê re bûye ku ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalog û lihevtêgihiştin hebe.

Serokwezîrê got ku, Neteweyên Yekgirtî û Yekêtiya Ewropayê û welatên din yên chanê ji bona pêkanîna aqarê diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dikarin roleke erênî bilîz in. Xelkê Kurdistanê bi rêya pirosesa referendûmê xwesteke we nîşan da û niha pêwîste hemû astengiyên li pêşiya diyalogê ji holê bên rakirin, rewşa dijwar û aloz bê aram kirin û aramiya deverê bê parastin û diyalog dest pê bike.

Back to top button