Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê Marko Karnêlos kir. Di hevdîtinê de jî amaje bi wê yekê kir ku, qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê girantir dibe û ev yek jî erkê Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê girantir dike. Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa wê yekê kir ku, Pêşmerge şer di ber hemû cîhanê li dijî têrorîsat DAIŞê dike, lewma divê Civata Navdewletî jî bi erka xwe di pirçek kirina Pêşmerge de bike û ji aliyê darayî jî alîkariya Herêma Kurdistanê bike da ku bare Herêma Kurdistanê di vê cengê de piçekî sivik bibe. Balyozê Îtalya jî di vê derbarê de spasya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir ku ew hêzekî xwedî bandorin di şerê lidijî têrorê de. Herwiha belênî jibo alîkariya Herêma Kurdistanê di ware leşkerî û mirovahî de da , jiber ku Herêma Kurdistanê hevpeymaniyekî navdewletî girînge di şerê lidijî DAIŞê de. Jiber vê yekê erkê Civata Navdewletî ye ku alîkariya Herêma Kurdistanê di hemû waran de bike. Di heman civînê de Balyozê Îtaliya amaje bi wê yekê kir ku ew dê şêwirmendên xwe yên leşkerî li Herêma Kurdistanê