Nivîsar

Dîsa bo dîrokê..

Pir zûtir ji hemû kesan, Serok Mesûd Barzanî hest bi metirsiya li ser Iraqê kir û ragihand ku êdî Iraqê hildiweşe ange diherife.

Her ji sala 2010an ve û heya niha ti siyasetmedarekî bi qasî Serok Barzanî têbîniyên xwe li ser rewşa Iraqê û li ser binpêkirina Destûrê Iraqê, eşkere nekiriye.

Yekem kes ew bû ku got, dîsa Iraq ber bi dîktatoriyê ve diçe. Tenê wî dipirsî, ka bi sedan milyar dolarên Iraqê bo kûde çûne?.

Yekem kes Serok Barzanî bû ku hişyarî da û got Iraq ber bi çarenivîseke tarî û windayî ve diçe.

Serok Barzanî berdewam digot, Destûrê Iraqê tê binpêkirin û êdî şirîkatî û tifaq li Iraqê nemaye.

Serok Barzanî bû ku digot, li şûna dewleteke medenî li Iraqê ava bibe, wa Iraq dibe dewleteke mezhebî..

Tê bîra me ku li nava Kurdistanê hinek kes hebûn ku li şûna guh bidana hişyariyên Serok Barzanî, digotin pirsgirêka Barzanî bi Bexdayê re kasayetî ye û ti eybên Hikûmeta Iraqê tune ne, û digotin jî gerek em ji Bexdayê fêr bibin û em jî wek wan bin..

Me dît ji encama binpêkirina destûr û belavbûna sîstema gendel û mezhebî, çawa terorê Iraq kir golaxwînê.. Ku bi sedan milyar dînar winda bûn û niha xelkê Iraqê tenê ava vexwarinê bi destê wan nekeve. Me dît çawa ji ber nerazîbûna Şîeyan çawa bi sedan kes tên kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne, lê nexuya ye kê ew kuştine û birîndar kirine.

Zikrî Mûsa

Back to top button