Dîrok û Rastî

Şerefxan Cizîrî

Pêwendiyên ku di navbêna dîrok û rastiyê de hene piralî ne. Weke hemû pêwendiyên civakî û zanyarî, ev pêwendî ji, ne tenê ji pêwendiyekê pêk tên. Em dizanin ku dîrok û gelek ‘’tişt’’ dinav hevdû de ne. Gava ku mirov van ‘’tiştan’’ ji dîrokê derxîne, ji xwe wê gavê dîrok ne dîrok e! Bi van ‘’tiştan’’ re dîrok dibe dîrok.

Dîroka mirovan ev ‘tişt’ bi xwe ne, ev pêwendi bi xwe ne, ango dîrok ekonomî ye, kedê, hişmendiye, pevçûnê, rêxistin e, aramîyê, afirandin e, çalakiye, evîn e, huner e, ziman e…

Di mijara dîrokê de gelek caran gotina rastî û heqîqet tevlihevdû dibe. Carna cîh bi hevdû diguherin. Ji ber ku gotina heqîqet ji zimanekî biyanî (erebî) hatiye nav Kurdî, mirovên me dibêjin qey rastî û heqîqet du têgehên cuda ne. Lê bêlê wateya van herdû têgehan ya zimanî heman tişt e.

Ya felsefî jî heman tişt e.

Heqîqet û rastî tucara ji hevdû ne cuda ne…

Gava ku mirov pênasina rastîyê li gora kriterên civakî bipareze, wê gavê divê mirov li rastîya li devreyî xwe bigere. Rastiyeke şexsan, hilbet di hundirê wana de heye, ev bêşik e, lê ev rastî ne civakî û dîrokî ye. Rastîya civakî û dîrokî ne di hundirê mirovan de ye. Ev li devreyî mirovan heye.

Ev bi timamî di pêwendiyên ku li devreyî mirovan de hene, xwe bi şênbertî dide der.

Lê gelek ziman dirêj û qurê xwe dixin şûna dîrok û civakê û bi vî haweyî jî cehalata xwe derdixin pêş. Lê belê em dizanin ku ew tenê demekê dikarin cahilên weke xwe kanix bikin!..

Ma dîroka cahiltiyê jî tuneye? Li ser navê cahiltiyê gelek akademîsyenan û oldaran li def û zirnê xistine, gelek sîyasetmedaran stran gotine, gelek rewşenbîran çivanok gotine.

Lê îro fêrêza wana derketiyê holê…

Gava ku dîtinên te bi rastiya ku heye re, li hevdû bibanin, wê gavê dîtinên te rast in. Ew weke rastiya civakî û dîrokî tên binavkirin. Na heger dîtinên te û rastiya ku li devreyî te heye, li hevdû nake, rastiyê çewt nîşan bide, wê gavê dîtinên te şaş in.

Mesele evqasî hêsanî ye.

Hilbet ji mirovên ku bixwaze re!

Dîtinên rastî û pêwendiyên ku di civatê de hene, yên ku di dîrokê de hene divê li hevdû bikin, li hevdû siwar bin, rêzan di nav wana de hebe, ku tunebe ev dîtinana tucara ne rast in.

Ma herkes dikare rastiya dîrokî û civakî li gora xwe binê ziman gelo!

Ez dîrok im, ez rastî me, ez zanyarî me…

Ma wilo zanebûn tê afirandin? Ma wilo zanebûn zêde dibe? Ma rastiya dîrokî û civakî li gora şexsa tê guhertin?

Heger wilo be, wê gavê hewcedarî bi rastiya dîrokî û civakî namîne? Li şuna civak û dîrokê emê hevdû nîqas bikin! Emê wê gavê bikevin nava nîqaşên gelekî kûr û dûr; emê ji hevdû re bibêjin; tê got û min got. Emê heftûheştan bikin! Emê ji libek tirî mahserayeke lidarxin!

Ma wê dîtiye ku hinek mirovan bihêsanî gotine; dewê min tirş e?

Lê di dîrok û civatê de jî, gelek siyasetmedar, oldar, rewşenbîr û hunermendên dewtirş hene! Ji dewê tirş dimsê çêdikin û bi bûhayeke zêde difiroşin xelkê!

Ma ne xêra Xwedê ye!

Tiştekî balkêş di vê pêwendiyê de heye; di warê çalakiyên fikrî de van mirovên dewtirş şivanî nekirine, gavanî nekirine, neçûne bêriyê, dew nekilan e, nizanin meşk jî çî ye, mast tucara nemeyandine lê dewê tirş difiroşin mirovan!

Gava ku rewş wilo be, mirov dibêjin qey navê dew dims e lo!

Ma dew jî dims çêdibe?

Ma tu cudabûn di navbêna dew û dims de heye?!

Heger hebe jî, dew ji mêwan çêdibe, dims jî jî dewar û pez çêdibe?! Ma rastî ne wilo ye?! Ka bi rastî emê çawa ji van dewtirşan xelas bin?

Ji bona ku em karibin pêwendiyên dîrok û rastiyê baş fêrbibin, divê pêşî mirov bertengîya xwe derbas bike. Tevlihevî û xitimandinên ku di kesayetiya mirovan de hene, divê an bên derbaskirin an jî bên bêalîkarin. Divê mirov bi zanebûnên rast xwe perwerde bike, bibe xwedî hişmendiyeke rast û rastiya li derveyî xwe jî rast fêrbibe!

Wê gavê rêya zanyariyê li ber me vedibe, wê gavê mirov dikare rastiya dîrokê derxine holê.

Xwezî bi wê roje!

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: