Nivîsar

Dijminên Kurdistanê – dijminên cîhanê ne!

  Cemal BATUN Kurdistan ji demek gelek zîz a dîrokî ve derbas dibe. Rêxistina hov / terorîst ”Halifeta Islamî” (DAEŞ) bi tevayiya hêza xwe, êrîşî Kurdistanê dike. Ji aliyê xwe ve jî: Kurdistan ji tevayiya dewlet / welatên herêmê ve zêdetir, li hember van êrîşên nemirovane û hov, li ber xwe dide û Kurdistan bûye hêviya mirovayetiyê li dij terora DAEŞ-ê. Ger mirov bi awayek objektîv, ne wekî Kurdekî/ê rewşê binirxîne jî, dê bibîne ku qayimtirîn dijberî hemberê vê rêxistina hov ji alî Kurd / Kurdistanê ve tê dan. Serfiraziya Kurdan hemberê  DAEŞ, moral dide / daye mirovahiya demokrat û şariste. Ji Washington heta Tokyo, mirovahiya demokrat bi şanazî li serkeftina Kurdan hemberê  DAEŞ-ê temaşe dike û heyraniya xwe ji bo serfiraziya pêşmerge û şervanên Kurdistanê diyar dike. Li aliyek din, rastiyek gelek tehl derdikeve holê ku: ji aliyê Serokê Rusyayê Putin ve jî, li Civîna G – 20 (welatên pêşkeftî 20) li bajarê Tirkiyeyê – Antalya ku hatî gotin: di nav welatên G 20 de jî, welatên piştgîr ên  DAEŞ hene!.. Ev şermezariyek / eybek mezin e ku welatên super / bidesthilat çavê xwe lê digirin(!) Welatên dijber / dijminên Kurdistanê di sponsoriya / piştgiriya DAEŞ de derdikevin pêş. Li gor plan û stratejiya van welatên dagîrkerên Kurdistanê de, rêxistina terorîst a DAEŞ dikare zerarek mezin bide rewş û statuya Kurdan û ev jî têrê dike ku ew bibin piştgirên yekser ên vê rêxistina hov û xwînrêj. Lê welatên cîhanê dîtin / dibînin ku  DAEŞ dibe û bûye cenawerek dijberê tevayiya mirovayetiyê! Û herweha dibînin ku Kurd / Kurdistan berztîrîn / mezintirîn bedel dijberê  DAEŞ dide! Ev yek, berpirsiyariyek dide milê cîhanê ku alîgiriya xwe ji bo Kurdistanê nîşan bidin. Ne di gotin, lê di kiryarê de jî! Cîhan li gel daxwaza gel û Serokê Kurdistanê – Mesud BARZANÎ ji bo Kurdistan serbixwe raweste û herweha bar û bedelê Kurdistan, di dijberiya DAES de dayî parve bike. Û alîkariya Kurd / Kurdistanê yekser bi  çek û warê aborî de jî bike. Kurdistanê ne tenê Kobanê û Şengal ji dijminên Kurdistanê / Mirovahiyê rizgar kir. Wan derbeya herî giran li DAES dan. Kurdistan qehremaniya pêşmerge û şervaniya xwe nîşanî tevahiya cîhanê kir. Erk a cîhanê ye jî: ku piştgiriya xwe ji vîn a Kurdan re: Serxwebûna Kurdistanê re nîşan bike!… Stockholm: 23 mijdar 2015______________________

Back to top button