CivakPolîtîk

Partîyên Kurdistanî Seredana Farqînê Kirin

Heyetek li ser navê Partîyên Kurdistanî Hareketa Azadî , PAK , PDK-Bakur, PSK roja 22.11.2015ê seredana Farqîna navçeya Amedê kirin.Heyeta Partîyên Kurdistanî ji Sekreterê Mafê Mirovan Duysal Karataş, Endamê Rêvebirîya Navendî ya PAKê Faîz Eşîn , Endamê Rêvebirîya Bajêrê Amedê ya PDK-Bakurê Aslan İlhan , Endamê Rêvebirîya Navendî ya PSKyê Naci Eren pêk hat.Heyet li kolanên Konak,Mescid û Tekelê li ew kolanên ku şer têde çêbûbûn , hendek hatî bûn kolandin de gerîyan. Piranîya mal û dikanên li wê gerekê hatîbûn gullebaran kirin, şewitandin.Gelek cîh ji ber êrîşên çekên giran hatîbû werankirin.Heyet li gel xalkê Farqînê yên di van taxan de dijîn hevdîtinên raste rast pêk anîn. Di van hevdîtinan da kesên ku axaftîn wiha anî ziman ku “ji vî şerî nerazîne û divê ev şerê li Bakurê Kurdistanê didome demildest biqede , ev şer ji Kurdistanê re ji xeynî weranbûne tiştek nayne.”Tabloya ku di van hevdîtinan de û di vê gerê de hate berçav ew bû ku gelê me li Farqînê 12 rojan tî , birçî , bê elektrîk hatîne hêliştin. Pirê xanîyên ku li van taxan hatine vala kirin û gelê ku li vê derê dijî jî koçber bûye.Seredana heyeta Partîyên Kurdistanî bi gelek alîyên xwe ve berhemdar derbas bû.Gelê Farqînê pêşewazîyek germ li Heyeta Partîyên Kurdistanî kir.Hareketa Azadî PAK PDK-Bakur PSK

Back to top button