
Roja parêzgehbûna Dihokê li roja 27.05.2020 ê li demjimêr 20:00 şev wê bi encamdana çendîn çalakiyan bi awayeke online ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ve li Dihokê tê pîroz kirin.
Hesen Arif ji Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî li Dihokê eşkere kir ku li salên bihurî wan roja parêzgehbûna Dihokê bi encamdana karnavalekê bi beşdariya hemû saziyên parêzgeha Dihokê tê pîroz kirin. Lê belê îsal ji ber peydabûna virusa Koronayê û pêgiriya bi rêkarên tendirustiyê ya ji bo parastina canê welatiyan wan biryar da 51 saliya roja parêzgehbûna Dihokê bi awayeke online pîroz bikin.
Her wiha got bi vê helkeftê îro roja 27.05.2020 li demjimêr 20:00 ê şev wê hevdîtineke zindî li gel helbestvan Şe’ban Silêman li rûpela fermî ya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî li parêzgeha Dihokê di tora civakî ya facebookê da bê encamdan. Her wiha li demjimêr 21:00 heman şev wê semînerek ji aliyê nivîskar Musedeq Tovî ve li roja parêzgehbûna Dihokê bi rêya bernameya zoom video bête pêşkêşkirin.