
Wezereta perwedeya Kurdistanê ji bo rewşa dibistan daxûyaniyek ragihand.
Daxuyanî:
Li gor desthilata ji me re hatiye dayîn, di civîna lijneya bilind a tekoşîna hember vîrusa koronayê ya roja 01.03.2021ê û di civîna îro 25.03.2021ê ku birêz wezîrê perwerde û wekîlê wezareta û rêveberê giştî yê perwerdeyên parêzgehan jî amade bûn, ji ber zêdebûna rêjeya pêketin û mirinên ji ber pêketina vîrusa koronayê amaje bi helsengandina tenduristiya hate kirin û biryar hat dayîn:
1 – Derveyî qonaxa 12ê ya amadeyî û peymangehên ser bi wezareta perwerdê (Yên hikûmetê û yên taybet) hemû qonaxên din ên xwendinê destbikarbûn heta roja 08.04.2021ê nabe, tenê bo encamdana helsengandina bazineya yekem û ezmûnên 20 jimare nivîsek li dibistanên taybet û ezmûna dawiya demsalê jî li dibistanên taybet dê birêve biçin. Piştre dê civîna lijneya bilind a koronayê de helsengandina nû bo rewşa tenduristiyê bê kirin.
2 – Hemû ew dibistanên hikûmetê helsengandinên bazineya yekem û ezmûnên 20 jimare nivîsek kirine û destbikarbûna wan jî heta roja 08.04.2021ê tê ragirtin.
Ragehandina Wezareta Perwerdê.
25.03.2021