Nivîsar

Di şerê kurdan de cihê MİTê


Kurtuluş Tayiz

Dema ku Misteşarê MİTê Hakan Fidan gazî îfadeyê kirin, di derbarê 4 endamên MÎTê de jî biryara girtinê hat derxistin,  û vê pirse anî bîra me. MÎT, şerê ku ve 30 salin dewam dike, bi 10 hezaran mirov, ji can û malê xwe man, di vê meselê de li kî alî ye. Di tu dewletên rojavayî de, ev lêpirsîn qet nayê înkar kirin.Lê dema mîjarên wisa li Tirkiyê diqewime, ne mimkune ku were jibîr kirin. Cîhana nûjen, bi hêlên tarî re ku ev hemû wekî dewletin û di heyama şerê sarî de hatibûn damezrandin,  di berê de bi hêlên tarî re hatin rû bi rû. Lê belê Tirkiye hêj bi hêlên tarî re rû bi rû nehatiye, ne gihîştiye pêvajoyekê jî. Bi artêşê re ku mekanîzmayên vesayeta di nav xwe de dihewîne, hesab dîtin didome. Di vê mîjarê de, di asta girîng de navbendekê dirêj jî hat standin. Encex  heta niha tu cara, tu kesî nekarî deste xwe lê bide ku linge pergalê ya herî giringe. Dema ku pêwendiyên MÎT, PKK-KCK derketên rojevê, edî zêdetir nikarin vê hesap dîtinê paş ve biavêjin.

  Hekê em pirsgireka kurdan a di dîroka nêzî de, bi PKKê ve dest pê bikin, xeletî çênabe; lewra piştî derbeya 12 îlonê ji rêxistinên kurdan bitenê PKK li ser pêya maye. Ger em ji vê dîrokê pê ve wextê wê jî bibêjin, ji çaryekê sedsalê zêdetir e PKK, nûnertiya pirsgirêka kurdan dike. PKK, di pirsgirêka kurdan a ku heta beriya komara Tirkiye diçe de, îro ji xwe re bi awayek siyasî û bi çekî cih girtiye.Tê îdia kirin ku bandora MÎTê, ji avakirinê heta niha, li ser PKK ê heye. Tê zanîn ku gava Serokê Rêxistinê, digel roja ewil ve xwe nişan daye heta îro, di bin çengê MÎTê de ye. Ocalan, vê mijarê gelek caran  bi xwe jî anî ziman. Gelo pêwendiyên  MÎTê, bi rêxistin û Serokê wê re heta niha çi tiştin, heta niha çawa hatiye vê rojê, di deste me de, di derbarê vê mijarê de tu agahî û belge tunenin.Bi rastî di vê mijarê de em tu tişt nizanin. Bitenê  li ser van îdiyan di derdorê de gotin hene. Lê êdî em dikarin bibêjin ku bi lêpirsîna KCKê ve rewş zelal dibe. Li gor agahiyên ku ketine destê çapemeniyê, di navbera MÎT û PKK ê de pêwendiyên pirr germ û nêzî hene, bi taybetî di salên dawî de xurttir bûye.

   Piştî ku deşifre bû, navên jûr yên ku di xeta Îmrali û Qandîlê de wezîfe dikin, endamên MÎTê ne. Derket holê ku gelek kesên binçavbûyî peywirdar an jî xebatkarê MÎTê ne. Ya rast ev tevde jêpirsîn kirina “serkeftin” an jî  “têkçûn” a MÎTê jî tîne rojevê.

Di van rojên dawî de, gotinên ku di derheqê MÎTê de tên gotin em wekî xebroşka guhdarî dikin û dixwînin.Tê gotin ku MÎT, heta niha, bi sedan xebatkarê xwe çizirandiye nav rêxistinê û “ karen mezin pêk anîne”.  hilbet pirsa herî girîng ku dê pirs bikin, ji sala 2005 pêde MÎT û PKK hevdîtinên pêk tînin û çima heta niha bi ser neketiye, qet tunebe MÎT nikariye çekan ji dewrê  derxe, divê mirov vê pirse pirs bike.

  Dema ku em pirsa çima bi ser neket dûbare bikin û bisekinin, pirsekê din jî hat bîra min; gelo bi rastî MÎT xwast vî karî biqedîne ? keşfa vê pirse, me di van salên dawî de bi saya lêpirsîna Ergenekonê bi dest xistiye, rewş ev e. MÎT,  ji bo ku deshilatiya ku hatiye bijartin, her tim di destê xwe de û di bin zordestiyê de bigre, bi PKKê re hevkarî kiriye. Ji bo vê heta ku tiştên neyê hişê mirov serî li wan jî da ye. Gelek zêde  guman hene ku, niha jî wekî berê hêlên tarî di nav MÎTê de hene, delîlên li ba min weke berbiçav, di derbarê Xabûrê de ne . Bo vegera malê li ser banga Ocalan ji Qendîl û Maxmûrê PKKyî hatibûn li Tirkiyeyê ; lê ji ber ” qrîza dîmenan “ yek carê de hêviyên aştiye bi erdê re bûbûn yek.

Niha hin îdiayên cidî hene ku dîmênên ku li Habûrê hate jiyîn;  ji ber “xemsariya” MÎTê derketiye. Li gor min bûyera Xabûre pirr girînge; gavek bitenê mabû ku çek wê bêdeng  bibin; lê ji ber “xemsariya” MÎTê em dîsa hatin serî. Fersendekê dîrokî ket avê. Ango dema ku endamên rêxistinê bi kincên rêxistinê ve hatin  û dema destûr dan ku li ser otobûsê şov bikin, hemû gavên erênî herimîn. Bêşik ez van texmînan wek şexsî nabêjim. Ez li gor daxuyaniyên kesekê ku li Mexmûrê di tevgera vegerandinê de wezîfeyê fermî kirî dibêjim.Ev xemsarî weke qestî ji aliyê hin kesên ji hêlên tarî ve hat herimandin.

    Ez dixwazim bala we bikşînim ku di sala 2006’an de MÎT, bi PKKê re dest bi pêvajoya hevditîna Oslo yê kiribû. Lê Ocalan vê rewşê li dijî xwe wekî qompleyekê nîrxandibû. Ocalan, Li hemberî MÎTê ku pêvajoya Osloyê dabû dest pê kirin, bi şik û guman nêzî bû. Van hevdîtina wekî” lîstika Gladio” nîrxand û PKKê û hin siyasetmedaran sûçdar kir. Şik û gumanên Ocalan yên esil ew bû ku, MÎT hewl dide rêxistinê ji destê wî “bidize”.Lê dema ku Hakan Fidan hat ser hevdîtinê pêvajo ji Îmraliyê rêveçû.

Ev rewş ji nû ve Ocalan hêvîdar kir. Hindik mabû ku ji van hevdîtinan  encamên erênî derketibûya, bûyera Sîlvanê qewimî. Ocalan, berî çend rojan gotibû em “şerê têkoşîner ê gel disekinênin”; lê  belê piştî vê gotinê çend roj borî 13 asker hatin kûştin û di heman rojê de Li Amedê xweseriya demokratîkî hat îlan kirin. hevdîtinên Îmralî û  MÎTê bê encam man. Heta vê demî mirov dibêje qey her tişt asayî ye, lê di pişt van bûyeran de her tişt ne wekî dîtina xwe ye. MÎTê, zordestiya Qandîlê ku gav bi gav da ser Ocalan bitenê temaşe kir. Di nav artêşê de ji bo ku Serokê Sererkaniyê yê berê Hilmi Ozkok îstîfa bike li dijî wî zordestiyê dabûn, di zana min de ev yek tê bîra xwendekaran. Ew bûyer di çapemeniyê de bi nûçeya sernav ve weke “ serbazên ciwan acizin” derketibû. Paşê em hîn bûn ku derbekar, ji bo ku Ozkok îstîfa bike li ser wî kampanyayek bi plan meşandine. PKK jî heman pêvajoyê li ser Îmraliyê meşand.

Ji Ocalan re nameyên “em ji şer re amade ne”  hat şandin. Ocalan ewqas aciz bû ku, ji rayedarên PKKê re got : “ger hûn çênekin hûn bê şerefîn, lê nexin stûyê min”  tê zanîn ku rêxistin di derbarê vê mijarê de, bi parêzerek re peyamên xwe şandiyê, lê parezer ji aliyê Ocalan ve hatibû qewirandin û tu hevdîtinên din nexwastibû. ji ber ku rêxistin nikarî bi fermana Ocalan destura şerê bistîne û Ocalan dema gotûbû em “şerê têkoşîner ê gel disekinênin” piştî vê gotinê Li Sîlvanê 13 asker hatin kûştin, bi rastî ev yek ne tesadûf bû. Di 14 ê tirmehê de rêxistin pêvajoya ku li dijî Ocalan rêvedibir, temam kir hevdîtinên Îmraliyê jî êdî pêk nehatin.

    Di vê pêvajoyê de hin siyasetmedar jî bûn hevkarê Qandîlê. Êdî hêz ji destê Îmraliyê derket, ket deste Qandîlê, vê rewşê endamên MÎTê bitenê temaşe kirin. Ev yek di  nav rêxistinê de wekî derbeyek bû û di pêvajoya derbeyê de MÎT li ba Qandîlê sekinî, piştgiriyê da Rêxistinê; bê guman vê yekê sîxurên MÎTê yên di nav KCKê de  pêk anîn .

Taraf/xeberênkurdî

 

Back to top button