Di rêya serxwebûnê de li gel Barzani bin
Serokê Kurdistanê Mesud Barzani ji bo hemû astengên di rêya ragihandina dewletek Kurdistanî de hemû hewlê dide. Lê gelo ev hewldanên serok Barzanî çikas ji aliyê Tevgera Kurd ve li hemû beşên Kurdistanê tê têgihandin ev di rastiya xwe de baş nayê zanîn.Di nava hêzên siyasî li Kurdistana Başûr de bi awayekî ev tê zanîn ji ber ku aliyên siyasî kêm zêde dîtina xwe li himber helwest û peyamên Mesud Barzanî kifş dikin. Lê mixabin li beşên din bi awayek fermî ev yek wek helwestekî aliyê partiyên siyasî ve nehatiye ragihandin. Ji bo vê jî mirov nizane.Di pirsa serxwebûna Kurdistanê de helwesta du aliyên baş û bi zelalî tê zanîn. PKK û derdora wê û herweha hemû dirêjahiyên PKKê vekirî li dijê serxwebûna Kurdistanê ne û berpirsên vê tevgerê di hemû minasebeta de eşkere dikin ku ew li dijê serxwebûna Kurdistanê ne û heta ji bo vê jî şerê PDKê û serok Barzanî dikin.Li Başûr tevgera Goran di hinek cihan de behsa pişgiriya serxwebûnê jî bike , di bingehê xwe de li dijê serxwebûna Kurdistanê ne û siyasetek girêdayê Îran û rejima Bexdayê ve girêdayî rêve dibin. Goran astenga herî mezine di rêya serxwebûnê û herweha di rêya hevkarî û yekdengiya aliyên siyasî li Kurdistana Başûr de.Her aliyek ku pişgiriya helwesta serokê Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê dike, pêwiste bê tirs û awayek zelal li himber van herdu astengan jî xwedî helwest be û dengê xwe bilind bike.Ji berî demekî ji bo yekdengiya mala kurd li Başûrê Kurdistanê , mesud Barzani serokê Kurdistanê pêşniyarek ji bo hemû aliyên siyasî ragihand.Barzanî hewl dide ku astengên navxwe di rêya serxwebûnê de rake û herweha destên li dijê dewleta Kurdî yên biyanî li Kurdistanê bibire.Lê ev yek pêwistî bi helwesta aliyên din yên siyasî heye.Barzanî di peyama xwe de dibêje:
- Hemû partî li hev bicivin, danûstandinan bikin
- Parlamentoya Kurdistanê bê aktîvkirin û serokatiyeke nû ji bo parlamentoyê bê hilbijartin.
- Çênabe yên ku bûne sedem û çavkniya kirîzan careke din serokatiya parlamnetoyê werbigirin.
- Hemû partî li ser wê li hev bikin ku hikûmetek nû ava bikin
- Hemû partî li ser kesekî li hev bikin ku heta dema hilbijartinan posta serokatiya herêma Kurdistanê werbigire.
Ji bo ragihandina dewletek Kurdistanê lazime hemû aliyên siyasî, kesayetên Kurdistanî, rewşenbîr û dezgehên sivîl yên Kurdistanî di vê derbarê de xwedî helwest bin û pişgiriya prosesa serxwebûnê bikin, di vê rêyê de bi hemû awayî li ba serokê Kurdistanê cih bigrin û astêngên navxwe şermezar bikin û rastiya wan bi zelalî ji miletê kurd re bêjin.Di dîroka siyasî ya Kurdistanê de tu cara Kurdistan evkas nêzikî serxwebûnê nebûye. Eger ev firsend ji destherê nayê zanin ku dê carek din vegere yan na. Heger ji aliyê Kurdan ve ev firsenda zêrîn neyê karanin , dê kurd li himber dîroka xwe mehkum bibin.Ew aliyên ku dibin asteng, di nava kurdan de wê di rûpelên diroka siyasî ya Kurdistanê de bi rûpelên reş de bêne bîranin.Di vê pêvajoya ku beşek yê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve dibê ji hemû tiştekî girîngtire û pêwiste herkes , hemû aliyên siyasî di vê pêvajoyê de xwe ji serxwebûna welatê xwe konsantre bikin. Ev yek pêknewê hemû hewldanên din û rojevên din di vê pêvayoyê de vale ye. 27.11.2016Dara Bilek