CîhanReferandum

Cîhan rêzê li daxwaza gelê Kurdistanê nagire

Di derbarê referanduma serxwebûna Kurdistana Başûr de, her gava diçe di qada navnetewî û herêmê de guvaş zêde dibe û dixwazin referandum bê paşxistin.Herî dawî serokê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê pêwendi serokê Kurdistanê Mesud Barzanire danî behsa yekitiya axa Iraqê kir û ji Barzani daxwaz kirk u ev referendum bête paşxistin.Barzani ji Macron re da xûyakirin ku, heta garandtiya serxwebûnê di bin çavderiya hinek welatan de bi dest nexin dê referandumê bikin. Lê dê her demi deriyê diyalogê li gel Bexdayê vekirî be.Wezirên derve yên Iraq, Tirkiye û Îranê  li New Yorkê civînek hevbeş kirin mijara referanduma serxwebûnê gotubêj kirin û helwesta xwe ya ku referandum neyê kirin dan diyarkirin. Di vê derbarê de wezirê derve yê Iraqê got: Xalên hevbeş di navbera hersê dewletan de li ser mijara referandumê hebûn û ew jî ev bûn, ku referandum di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nîne û di berjewendiya Iraq û Tirkiye û Îranê de jî nîne.Serokê Amerika û serokkomarê Tirkiye li Amerika civiyan. Piştî civînê daxûyaniyek hevbeş hate ragihandin û behsa referanduma Kurdistanê kirin. Daxûyaniyê de dibêje:  herdu serok jî li dijî giştpirsiya Herêma Kurdistanê ya 25ê Îlonê ne û amaje bi wê yekê jî kirin, ku pêngavên bi vî awayî dê derencamên cidî derbixin holê.Civata ewlekariya Netewi jî di derbarê referanduma Kurdistanê de daxûyaniyek ragihand û dibêje: Civata Ewlekariyê têbiniya wê yekê kiriye, ku ev giştpirsî di demekê de tê kirin, ku li dijî DAIŞê operasyon berdewam dibin û kurd di van operasyonan de roleke sereke dilîzin. Dibe ev giştpirsî bandorê li hewldanên dabînkirina asayîş û ewlekariya navçeyan bike û herwiha bandorê li ser vegera zêdetirî 3 milyon koçberên Iraqê bike.”Berdamaiya daxûyaniyê de hatiye ku; Endamên Civata Ewlekariya Navdewletî rêzê ji yekparçebûna xaka Iraqê re digrin û daxwaz dikin, ku hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gorî destûra Iraqê, bi guftûgoyên çêker û li ser hîmê li hev fêmkirinê, bi piştgiriya civaka navdewletî werin çareserkirin.”Li himber van pêşhatiyan hemûyê heta vê gavê jî desthilatdariya kur  dide xûyakirin ku dê referandumê pêkbînin. Lê îro heyetek pil bilind ya Kurdistanê serdana Bexdayê dike. Piştî hinek hevdîtina helwesta dawî tê ragihandin.

Back to top button