Rawêşkarê ewlehiya netewî yê serokê Amerika Donald Trump di daxûyaniyek ya xwe de behsa serxwebûna Kurdistanê kir.Rawêşkarê serokê Amerika General Mike Flynn got: Pêşerojê de Kurdistanek serbixwe dikare ava bibe.Rojemevanekî pirs ji Flynn kir.– Dîtinên we di derbarê hêzên Pêşmerge û Kurdistanê de çiye?Mike Flynn: Ev pirsa we ez bextiyar kirim.Pêşmerge tekoçînek bi qehremanî dide.Karê ku min li gel pêşmerge kirî, min dît ku hêzek çalak û xwedî rêxitinek gelek serkevtiye.Ji bo DAÎŞ pakij bikin pêwistiya wan arîkariya Amerîka zêdetir heye.Pêşmerge Rojhilata Navîn û li Iraqê berpirsiyariyek gelek bi serfirazî pêkanî.Ez gelekî dixwazim Amerika zêdetir pişgiriya pêşmerge bike.Herweha statuya Kurdistanê pêkanina Istikrarekîdi herêmê de dê min gelekî keyfxweş bike.


