
Îro li Kurdistanê piştî tekoşîn, xebat û tecrûbeya çendîn salan, bi bûyerên ku hatîne serê miletê Kurd, di rûdanên li herêmê de destdayîne, bi encameke zelal Kurdan mecburê helwest danîneke eşkere dike. Îro li qada sîyaseta ku Kurdan tayîn dikê de li pêşiya me bi tenê “du rê” û “du bawerî” hene.
Bi tecrûbeyan sabit bûye ku hêdî ew derfetên pragmatîk û manîpûlatîv ku mirov pê bikaribe sîyaseta rojane bike, li der û dora van “her du rêyan” bigere, çavên xwe ji rastîya heyî re hem bi zanebûn û hem jî bêhemdî binoqîne nemaye.
Bê guman mirov dikare di hemî şert û mercan de li gora rewşa pirs û pirsgirêkan li rêyên alternatîv bigere û peyda jî bike. Di dîroka sîyaseta Kurdistanê de, hemû faktorên nêvxweyî û derweyî ku heta îro berê îradeya Kurdan dane îdeolojî, ol û têgehên din ku wan bi tenê ji rastîya wan dûr kiriye, her çiqas wekî rêyek alternatîv xuya kiribin jî bi tenê wan mijûl kirine.
Dema ku fikrên sîyasî ji qonaxa ku derdikevin holê, helwestên xwe kifş dikin, armancên xwe datînin û bi rêxistîn dibin, li gor armancên xwe planan datînin û ew planên demkî/nêzîk dikarin li gora şert û mercên rewşa heyî biguherin lê armanca esasî ya ku li plana dûvûdirêj e sabit e, nikare biguhere. Heker pêwîst be, di nava pîvan û mantiqa zanyarîyên stratejîk û taktîkî de paşde gav avêtin jî gelek normal in. Lê ji armanca xwe ya sereke dûrbûyin û wendakirina zemîna sîyasî nikarin bi navê guherîn û stratejîyên demkî, qedera milletekî qurbana sîyasetên çewt bikin.
Di dîroka medeneyîta îroyîn de carina hinek qonaxên taybet peyda dibin ku, ev ji bo hêzên siyasî firsendên zêrîn in û di sedsalan de carek yan peyde dibin yan jî nabin. Ji ber ku ev firsend dikarin qedera milletekî tayîn bikin, pêwîstî ew e ku aktorên sîyasî û sîyasetên heyî xwe li gor van firsendan adapte bikin û wan bikin di xizmeta milletên xwe de.
Qonaxa ku em îro lê ne, sîyaseta Kurdistanê mecbûr kiriye kû berê xwe yan bide “Hebûnê” yan jî ber bi tunebûnê ve here!
DI PÊŞEROJA TEVGERA SÎYASÎ YA KURDISTANÊ DE JI BILÎ HEBÛN Û TUNEBÛNÊ ÇI RÊYEK DIN YA SÊYEMÎN NEMAYE.
Rê ya “Hebûnê”, xeta Neteweyî ye:
Armanca xeta neteweyî di dema dûr de dewletbûyîna Kurdistanê ye. Dixwaze kurd jî wek miletên cîhanê bibin xwedî dewlet. Di pêvajoya sîyaseta sedan salan de ispatkirîye ku, heta kurd nebin dewlet tu demana destkeftîyên hebûna wan tune ye. Di her demî de destkeftiyên ku heyî jî dikarin têkherin. Tişta ku bikaribe hebûna Kurdan biparêze dewletbûn e. Bi awayek gelek eşkere derket holê ku, demana heyîna kurdan û nebûna wan bi netewdewletbûna wan ve girêdayî ye.
Azadîya axa Kurdistanê jî û azadîya gelan jî di dewletbûyina Kurdistanek serbixwe de peyde dibe.
Îro li her çar beşên Kurdistanê aliyên siyasî ku li ser xetek neteweyî siyasetê dikin kifş in. Dewletbûna Kurdan diparêzin û ji bo vê yekê ditekoşin.
Rewşenbîr, sîyasetmedar, karmend, kedkar û xwendekarên takekes, bixwazin û nexwazin bi awayekî aktor û faktorên siyasetê ne, kêm zêde têkildar in. Helwesta xwe, bi gotin, kiryar û daxûyanîyên xwe de eşkere dikin. Di vê qonaxa înformasyon û teknolojîyê de, ragihandin zûtir, zelaltir û inkara wê zehmettir e. Helwestên Neteweyî-Serxwebunxwaz û dijberên wê wek tav û heyvê diyar in.
Rê ya “Tunebûnê” : Xetên entegrasyonîst ku bi helwestek eşkere li dijê xwedî dewletbûyîna Kurdan in, nirxên neteweya xwe red dikin û di rêya hewildanên dewletbûyîna kurdan de astengîyan peyda dikin.
Serxwebûna neteweya xwe dikin qurbana sîyaseta îdeolojîyên xwe û ji dewletek dagirker bêhtir şerê wê dikin. Ew hêz û takekesên ku piştgirîya vê xetê dikin, bi çi helwest û sedeman bibe bila bibe bi zanebûn yan jî bê hemdî li dijê serxwebûna Kurdistanê disekinin û neyarîya neteweya xwe dikin.
Gelek aliyên siyasî hene ku, heta di bernameyên partiyên xwe de, behsa serxwebûnê jî nakin. Hinek Federaliyê dixwazin, hinek Otonomiyê dixwazin, hinek jî bi tenê doza mafên kulturî û demokrasîyan dikin. Ev daxwaziyên wan nayê wateya ku dewletbûyîna kurdan naxwazin. Lê dema li dijê dewletbûnê derdikevin û di şertên heyî de dewletbûyîna Kurdistanê bê îmkan dibînin, li gor daxwaza formên dewletên yên heyî têgeha Netewîyetê jî şêlo dikin.
PKK bi hemî rêxistin û sîyaseta xwe ya heyî li ser bingeha dijê dewletbûyîna Kurdistanê avakirîye. Li gora siyaseta PKKê hêdî dema dewletên neteweyan derbas bûye û ew dê tu caran qebûl nekin ku dewletek serbixwe ya kurdan ya bi navê Kurdistanê pêkwere. Heker hewildanek bi vî awayî hebê dê li dijê wê hewildanê bisekinin û şerê dewletxwazan jî bikin.
Hinek alî hene ku, eşkere li dijê serxwbûnê nasekinin, lê bi hemû awayî piştgirîya sîyaseta PKKê ya ku dewletbûnê red dike dikin. Hinek kesayet, siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr hene ku di nava her du xetan de disekinin. Carê piştgirîya PKKê yan jî dezgehên ku PKKê damezirandîye dikin. Lê carê ji flortên bi xeta neteweyî re jî namînin. Ev cure insan yên herî xeter in, ne xwedî helwest in û siyasete xwe li ser berjewendiyên xwe yên kesayetî û demkî dikin.
Pîvana Kurdayetîyê û Kurdistanîbûnê :
Îdeoloji, ol, mezheb û çîn/sinifên sosyoekonomîk yên kurdan her çi bin bila bibin, armanc û bernameya wan ya siyasî her çi be bila bibe divê li dijê serxwebûna Kurdistanê nesekinin.
Kurdistan ji alîyê bîr, bawerî û çîn/sinifên sosyoekonomîk ve heterojen e, wekî keskesorê/bûka baranê rengîn e û ev yek dewlemendîyek bêhempa ye.
Divê herkes rêzê li bîr û bawerîyên hev bigire û ji yên din re nebê asteng ku wekî her yek neferek yên neteweya Kurdistanê bi hevre bikaribin serxwebûna welatê xwe ava bikin.
Neteweyek Dîmoqrat, li ser van esasan, demana destkeftiyên her takekesek ya jîyanek azad û hebûna wan bi Dewletbuyîna Kurdistanê garantî dike.
11.5.20120
Dara Bîlek