Di Pergela Rojhilatê Navîn ya nû de dê ciyê Dewleta Kurd bibe?
Neteweya Filîstînî xwediye maf in ku dewleta xwe ava bikin. Kurdan jî, her çiqas Filîstînî her dem li dijî Dewleta Kurdistanê derketin bin jî…..!
Îbrahîm GUÇLU
Di 7ê Cotmehê de Hamasê bi piştgirî û bi plana Îranê êrîşeke terorîstî û provakatîf li hemberî Dewleta Îsraîlê lidarxist. Dewleta Îsraîlê di demeke kin-kûrt de bersîva Hamasê da û li Hemberî Xezzeyê êrîşeke hewayî ya gelek xurt bi bombardimanan dest pê kir.
Erîş û şerê Dewleta Îsraîlê li hemberî Xezzeyê 21 roj in ku dom dike. Rewşeke gelek dramatîk di rojevê de ye. Dewleta Israîlê di hemandem de ji bona ku operasyona reşayî pêk bînê jî, xwe amade dike.
Ew jî diyar dike ku Dewleta Îsraîlê dixwaze du tiştên stratejîk pêk bîne.
Armanca yekemîn: Tasfiye kirina rêxistina terorîst Hamas e.
Armanca duyemîn: Îşgal û ilxak a Xezzeyê ye. Bi awayekî avakirina dewleta Filîstînê zehmet kirin û an jî ji holê rakirine.
Dema ku Dewleta Îsraîlê li hemberî Hamasê dest bi operasyonê kir, diyar kir ku “dê li herêmê yanî li Rojhilatê Navîn dê pergeleke nu û sîstemöeke nû ava bikin û dê sînoran (tixûban ) biguherînin.”
Ew daxuyaniya Dewleta Îsraîlê girêdayî siyaseta Emerîkayê wek parçebûna dewletên Rojhilatê Navîn, hatin şirove kirin. Loma jî li dijî ev daxuyaniya Dewleta Îsraîlê Dewletên li Rojhilatê Navîn ku derd û kûlên wan yên neteweyên bindest û miletê kurd hene, bi xuırtî helwest nîşan dan.
Di dijminitiya Dewletên li Rojhilatê Navîn û bi taybetî jî 4 Dewletên li Kurdistanê dijiminitiya wan ya Dewleta îsraîlê de, yek sedemeke stratejîk jî, ev helwesta Dewleta Îsraîlê ye. Lewra tê zanîn ku Dewleta îsraîlê, her demê diyar kiriye ku avabûna Dewleta Kurdistanê pêwîst e.
Piştî ku Dewleta îsraîlê got ku “şerê em li dijî Hamasê dimeşînin dê bibe sedema guhertinên sînoran”, li Tirkiyeyê jî siyasetvanan û pisporan dest bi minaqeşeke pergeleke nû ya Herêma Rojhilata Navîn û Dinyayê kirin.
Di Pergela Nû ya Rojhilatê Navîn de avabûna Dewleta Filîstînê heye. Di Dewletbûna Filîstiniyan de li dinyeyê lihevkirinek jî heye: Rojhilat û Rojava, Dewletên Misilmanan û Emerîka û hemû Dewletên Rojava û Yekîtiya Ewrûpayê ji bona Dewleta Filîstinê ava bibe, di nav li hevkirinekê ne.
Di Pergela nû ya Rojhilatê Navîn de ji bona dewleteke serbixwe ya Filîstinê ava bibe, gelek şertên wê têk diçin. Lê neteweya Filîstînî xwediye maf in ku dewleta xwe ava bikin. Kurdan jî, her çiqas Filîstînî her dem li dijî Dewleta Kurdistanê derketin bin jî, bi dewletên dagirker û bi taybetî jî, ji Iraqa Seddam re bibûn alîkar û ji Komkûjiya Helebçeyê re xwedî derketin, serleşkerên xwe ji bona ku li dijî kurdan şer bikin şandin Iraq a Seddam ji, her demê dewletbûna wan parastin.
Di Pergela nû ya Rojhilatê Navîn de mijara girîng û stratejîk, mijar û avabûna Dewleta Kurdistanê ye. Gelo dewleta Kurdistanê dê di Pergela Nû ya Rojhilatê Navîn de cî bigre û an negre?
Ev pirsa di vê qonaxa şer de kurd ji hevûdu dipirsin, ji min jî kurdperwer û dost dipirsin.
Hîç şik tune ye ku ji bona vê pirsê bersîveke mitleq tune ye. Lewra tê zanîn ku dinya di gelek qonaxên dîrokî re derbas bû. Dinyayê, di du Şerên Cıhanî de, di avabûna du sîstemî de (Sîstema Kapîtalîst û Sîstema Sosyalîst) de, di Guhertina Sîstema Sosyalîst û ji holê rabûna sîstema sosyalîst de, di pêvajoyên avakirina dewletên milî de jinûve avabû, konsepteke nû qezenç kir, gelek neteweyên bindest dewletên xwe ava kirin, lê Dewleta Kurdistanê ava nebû.
Lê divê em di van rojên dawî de çend mijarên girîng derxin pêş dinyayê û dewletên Rojhilatê Navîn û tevayî Misilmanan.
Ev mijaran:
1-Divê hemû dinya û Dewletên Rojhilata Navîn û Misilman baş bizanin ku dema ku pirsa neteweya kurd çareser nebe, Kurdistanî nebin xwediyê dewleta xwe ya serbixwe, li Rojhilatê Navîn dîsa aşitî û rehetî çê nabe, Di sedsala 20an û 21an de jî ev rastiya her demê rojevê de bûye. Di dinyaya nû de dê hîn grîngtir be.
2-Misilman û Dewletên Misilman, 4 Dewletên dagirker (Dewleta Tirk û Iraqê û îranê û Sûriyeyê) deweletbûna Filîstiniyan diparêzin. Vê yekê bi wîjdan û bi merhemetê bi heq-hiqûqê îzah dikin. Gelo heger Dewletên Misilman û Misilman bi wîjdan in, heq û hiqûqê diparêin , ji mafên neteweyî yên Filîstîniyan xwedî derdikevin, divê Dewleta Kurd jî biparêzin.
3-Heger 4 dewletên dagirker daxwaz dikin ku îşgala Îsraîlê li li ser axa Filîstînê dawî bê, divê li Kurdistanê dawiya dagirkerî û îlxaka xwe bînin. Lewra bi sedan salan e ku van dewletan di dema Împeratoriyan de û dewletên neteweyî de jî Kurdistan dagir kirine.
4- Heger 4 dewletên dagirker ji daxwaz dikin ku komkûjiyên Dewleta îsraîlê li li ser Filîstîniyan dawî be ku ev daxwaza di cî de ye, divê ew jî li Bakûrê Kurdistanê û Rohilatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê dawî li komkûjiyên xwe bînin, di derbarê komkûjiyên xwe yên heta nûha li Kurdistanê pêk anîne, gorî hiqûqa navneteweyî hesab bidin û bên darizanadin.
5- Çar (4) Dewletên dagirker her demê li hemberî tevgera rizgarîxwaz ya neteweya Kurd û Kurdistaniya di nav tîfaqê de tevgeriyan. Dewleta Mehabadê ya Kurdistanê (1946), Otonomiya Kurdistanê (1975) û desthilatdariya kurdan li Rohilatê Kurdistanê (1979) ji holê rakirin. Ew û hevalbenên wan PKKê û rêxistinên din yên milîter di vê qonaxê de jî dixwazin ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rakin.
6-Dewletên dagirker û piştgirên wan yên emperyalîst di sala 2017an de dema ku Kurdistaniyan di encama Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê de ji dewleta Kurdistanê re gotin “erê”, hemûyan di nav tîfaqê de pêşiya dewleta Kurdistanê girtin. Kerkuk îşgal kirin. Loma jî di vê qonaxê de avabûna Dewleta Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hîn hêsan û hîn realîstir e.
Em kurd divê van mijaran di xebata xwe ya neteweyî ya siyasî û dîplomatîk de ji bona xwe bikin stratejiyekê.
Diyarbekîr, 28. 10. 2023