Di navbera Tirkiye û Iraqê de pêvajoyek nû tê avakirin?

Erdogan piştî 15 salan dê cara ewil di asta serokomariyê de serdana Bexdayê bike. Tê çaverêkirin ku bi serdana 22ê Nîsanê di têkiliyên Iraq û Tirkiyê de serdemeke nû dest pê bike.
Bi seredana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a di 22ê Nîsanê de ji bo Iraqê, piştî navbereke dirêj, armanc ew e ku di navbera Tirkiye û Iraqê de modeleke hevkariyê ya nû û xurtir were avakirin. Dibe ku têkoşîna hevpar a li dijî PKK-ê jî bigre nav xwe û gelek warên cuda yên wek xurtkirina têkiliyên enerjî û bazirganî yê de jî gav bên avêtin.
Erdogan piştî serdana paytexta Iraqê Bexdayê, wê biçe Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê jî.
Di vê serdanê de ku ev demeke dirêje binesaziya wê bi trafîka dijwar di navbera rayedarên her du welatan de hatiye amadekirin, tê çaverêkirin ku ji bo avakirina çarçoweya pêkhatî ya peywendiyên di navbera her du welatan de di qadên cuda de rêze peyman werin îmzekirin.
Xalên rojeva sereke yên serdanê, tê çaverêkirin ku derî li serdemeke nû ya di navbera her du welatan de veke, wek “dijî terorê, bazirganî, çandinî, enerjî, av, tenduristî û veguhastinê” hatine tomarkirin, ku komîteyên hevbeş ji bo vê serdanê ,berê kar kirine û bingehê vê serdanê amade kirine.
Di navbera her du welatan de dê çi peyman bên kirin?
Koordînatorê Lêkolînên Iraqê ORSAM (Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn) Bîlgay Duman ku ji bo civîna beriya serdanê li Bexdayê, li Iraqê bû, atmosfera li paytexta Iraqê wiha nirxand.
Serdan bi giştî weke ketina serdemeke nû tê binavkirin û li bendê ne ku pêvajoyek ku tê de bi hevkarî di her warî de pêk were. Xuya ye ku wê nperspektîfek nû derkeve holê.”
Duman diyar dike ku li gorî daxuyaniyên berê yên di navbera her du welatan de, tê çaverêkirin ku di warên hevkariya leşkerî, têkoşîna hevpar a li dijî terorê, aborî, av, tenduristî, lojîstîk û veguhestinê de peymanên lihevkirinê bên îmzekirin.
Erdogan di axaftina xwe ya piştî civîna dawî ya wezîran da bi rojnamevanan re der barê ziyareta xwe da wiha got: “Em ê wek Tirkiye û Iraqê têkiliyên xwe li ser bingeheke cuda deynin.”
Rojeva sereke ya serdanê ewlehî û têkoşîna li dijî PKKê ye.
Di serdanê de yek ji mijarên herî girîng ên li ser masê, di çarçoveya seyrûsefera muzakereyan de ku di demên dawî de lez bûyî de, wê têkoşîna li dijî PKK’ê û bi giştî pirsgirêkên ewlekariyê be.
Piştî 2yemîn Lûtkeya Ewlehiyê ya ku di 14ê Adarê de li Bexdayê ji aliyê rayedarên Tirkiye û Iraqê ve hat lidarxistin de daxuyaniyeke hevpar hat weşandin û ji vê civîna ku bi armanca bidawîkirina hebûna PKKê ya li nav axa Iraqê hatibû lidarxistin, encamên girîng derketin. Rêvebiriya Iraqê dema ku PKKya ku Tirkiye wek rêxistineke terorîst dibîne wek “rêxistineke qedexe” pênase kir, di heman demê de ragihand ku ew ji lihevkirina bi Tirkiyeyê re li ser tevdîrên hevpar re vekirî ne.
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler têkildarî serdanê beriya civîna koma AKP’ê ya li TBMM’ê bersiv da pirsên rojnamevanan û got, “Me plansaziyên xwe çêkirine, xebat dewam dikin. Piştî gelek salan cara yekemîn em ê b dostên me yên Iraqî re peymaneke wiha îmza bikin.Eger PKKê wek terorîst navnekin jî gotinên nêzî wş bi kartînin.
Iraq PKK ya ku ji aliyê gelek rêxistin û welatên wek Yekîtiya Ewropayê ve wek “rêxistineke terorîst” tê naskirin, bi “rêxistineke terorîst” nav nake.
Bilgay Duman dibêje, demek dirêj derbas bû ku rêveberiya Iraqê PKK wek “rêxistineke qedexe” nas dike û ev pênase jî pir girîng e û bi vî awayî hin berpirsiyariyên wê yên di şerê li dijî PKK-ê de ku ew wek rêxistinekê dibîne eşkere dike. Li gor Duman, di vê pêvajoya nû de dibe ku hinek gav ne tenê li dijî PKKê, li dijî rêxistinên sivîl yan jî rêxistinên siyasî yên girêdayî PKKê bên avêtin.
Pêngavên ewil ên seyrûsefera dîplomatîk a tund a vê dawiyê ya Tirkiyê bi Iraqê re di warê ewlehiyê de rastî mehên havînê tên avêtin.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan piştî destbi kar kirî,di meha tebaxê da cara ewil çûbû Iraqê, bi rêvebiriya Bexdayê, Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û rayedarên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ra hat ba hev.
Di 19ê Kanûnê de Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên hat Enqerê û yekemîn lûtkeya ewlehiyê di navbera her du welatan de hat lidarxistin.
Di daxuyaniya hevpar a ku piştî vê hevdîtinê hat weşandin de hat ragihandin ku şandeyên her du welatan li ser mijarên dualî û herêmî bi taybetî têkoşîna li dijî terorê, ewlehî û qadên avê şêwirên berfireh kirin.
Piştî vê lûtkeya girîng, di 22-23ê Kanûnê û 12ê Çileyê de ji aliyê PKKê ve êrîşên li pey hev hatin. Di van êrîşan de 22 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Di dema ku trafîka hevdîtinê bi serdanên Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin bo Iraqê dewam kir, Erdogan piştî civîna lijneya wezîran a 4ê adarê got, “Hêvîdar im îsal havînê pirsgirêka sînorên xwe yên Iraqê bi awayekî daîmî çareser bikin. “Em ê korîdora ewlehiyê ya bi kîlometreyan kûr ava bikin.”
Di vê çarçoveyê de hê jî hêviyên ku Tirkiye di mehên havînê de li Iraqê ji bo têkoşîna li dijî PKK’ê li Iraqê pêk anî. Her wiha di rojevê de ye ku ev operasyona nû ya muhtemel bi koordîneya bi rêveberiya Bexdayê re bê kirin û ji bo vê jî “Navenda operasyonên hevpar” bê avakirin.
Di vê navberê de ev jî girîng e ku di serdana Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de ku Tirkiye ji ber piştgiriya xwe ji PKK’ê re bertek nîşan daye, peyamek jî were dayîn.
Girîngiya serdana Hewlêrê çi ye?
Tê çaverêkirin ku piştî serdana Erdogan bo Bexdayê, rawestgeha wî ya din li Iraqê Hewlêr be.
Têkiliyên li Hewlêrê hem ji bo hevkariya enerjiyê û hem jî ji bo hevsengiya hilbijartinên bê yên parlamentoyê girîng tên dîtin.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku pêwendiyên wê yên nêzîk Enqere pê re hene, ragihand ku ew beşdarî hilbijartinên 10ê Hezîranê nabin û ev yek jî aloziya li herêmê zêdetir kir.
Duman bi bîr xist ku hikûmeta navendî ya Bexdayê û PDK heta niha li ser hin xalan li hev nakin. Erdogan li ser serdana xwe ya Hewlêrê xwiha got:
“Gûman dem bi dem di derbarê têkiliyên Tirkiye û Bexdayê de derdikevin. Ez meraq dikim gelo Tirkiye Hewlêrê paşguh dike yan jî li şûna Hewlêrê Bexdayê tercîh dike… Serdan nîşan dide ku ji bo Tirkiyeyê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê ne alternatîfên hev in û ew hev temam dikin.”
Projeya Rêya Pêşveçûnê
Ewlekarî ne tenê pîvana serdema nû ye ku di navbera Tirkiye û Iraqê de hatiye hedefgirtin.
Rêya Pêşketinê û mijarên enerjiyê wekî qadên hevkariyê yên ku nêzîkbûna vê dawiyê ya her du welatan di warê ewlehiyê de geş dike.
Tê plankirin ku barên ku ji welatên Asyaya Rojhilat û Kendava Farsê bi rêya Rêya Pêşketinê ya ku ji bo Tirkiyeyê bi qasî Iraqê girîng tê dîtin ber bi Bendera Fav a li başûrê Iraqê ve hatiye çêkirin, pêşî radestî Tirkiyeyê bê kirin ji wir ber bi Ewropayê ve.
Di demekê de ku tê çaverêkirin ku beşdariya welatên Kendavê yên wek Qeter û Erebistana Siûdî ji bo fînansekirina projeya ku dê Iraqê ji Ewropa û cîhana derve re veke, nêrîn û berteka Îranê li hember cîbicîkirina vê projeyê jî yek ji xalên girîng e.
Duman diyar kir ku Rêya Geşepêdanê bi qasî du welatan dê îstiqrar û hevkariyên navçeyî jî derxe pêş û diyar kir ku Enqere beşdariya Îranê di vê projeyê de tehemûl nake.
Projeya ku armanc dike ku Kendava Farsê bi rêya Tirkiyê ve bi Ewropa û Asyaya Navîn ve girêbide, pêwîstî bi avakirina nêzîkî 1200 kîlometre rê û rêyên hesinî li aliyê Iraqê û çêkirina nêzîkî 130 kîlometre rê hesinî û 300 kîlometran rêyên otoban ji bo Herêma Kurdistanê heye. şebekeya hesinî û otoban a neteweyî ya li aliyê Tirkiyeyê heye.
Cara yekem piştî serdana Gul di sala 2009 de
Serdana Erdogan piştî 15 salan wê bibe yekemîn serdana di asta serokomariyê de.
Erdoganê ku di salên 2008, 2009 û 2011an de wek serokwezîrê Iraqê serdana Iraqê kiribû, piştî 13 salan wê cara ewil wek serokomarê Iraqê biçe Iraqê.
Serdana dawîn a fermî ji Tirkiyê bo Iraqê li ser asta serokomariyê ji aliyê Abdullah Gul ve di 23-24 Adar 2009 de li ser vexwendina Serokomarê Iraqê Celal Talebanî hat organîzekirin. Serdana Gul di sala 2009an de girîng bû ji ber ku piştî 33 salan ev yekem seredana serokomarê Tirkiyê ji bo Iraqê bû.
Serdana herî dawî ya serokomarê Tirkiyê ji Tirkiyê bo Iraqê beriya Gul di 26ê Nîsana 1976an de di dema desthilatdariya Fahrî Korutürk de bû.
Serdana herî dawî ya Serokomarê berê Turgut Özal bo Iraqê di sala 1988an de bû, di dema serokwezîrtiya wî de.
Gülsen Solaker/T24
Werger:Rojevakurd


